Tê zanîn, Marco Polo navekî gelekî
naskirî ye.
Tevî ku min pirr dixwast ez roźekê
pirtuka wî ya bi sernavê Bedewiya/Mucîzeya Cîhanê bixwînim źî, heta hîro
nebuyî bu qismet.
Vê gavê di destê min da ye u min hîn
śêśt rupel xwandine. Lê pirtuk bi temamî źi ćar sed rupelan pêktê.
Xalê me di sala 1254an da li Venedîk’ê
ćêbuye u dîsan di dawiya źiyana xwa da di sala 1324an da ćuye ser dilovaniya
xwa.
Marco Polo bi rêwîtiyên xwa yên drêź
navdar e.
Źi Venedîk’ê bigire heta Ćîn’ê di nav
gelek xelk u welatan ra derbaz buye, di nav xelkên xerîb da maye, bi wan ra
wextê xwa derbaz kiriye, hînî zman u ćanda wan buye …
Nexśeya riyên rêwîtiya Marco Polo |
Di rastiyê da Marco Polo hîn di xortaniya
xwa da dest bi rêwîtiyê dike. Gava bav u apê wî źi rêwîtiya xwa ya źi Tataristan’ê
vedigerrin, bavê wî mêze dike ku lawê wî buye xortekî serbixwa u loma źî gava
źi piśtî demeke din dubare derdikeve rêwîtiyê, wî źî bi xwa ra digire. Marco
Polo, bav u apê wî bi hev ra berê xwa dubare didin berbi Esya’ya dur …
Źi Venedîk’ê derbazî Yonanistan’ê dibin.
Digêhiźin Stembol’ê. Paśê di ser peravên Deryaya Reś ra tên Trapezunt’ê
(Trebzon). Źi wir źî di ser Kelkît’ê ra terrin Argiron’ê (Erzorom) u berê riya
xwa berbi baśur va dikin …
Bi taybet behsa Arçiga’yê (Erzingan)
dike, pesna bedewiya wê dide, pesna hunera ku li wir pêśketiye dide, pesna hemam
u kaniyên wê yên avê dide (r. 30) …
Marco Polo di destpêka pirtuka xwa da
(r. 34) li ciyekî di nav hevokekê da behsa kurdan źî dike. Dibêźe: „Li
ćiyabendan kurd dimînin; hindek nestoriyanî u yakobîn in , hindek źî mihemedî
ne (misilman in). Ev xelkekî cengewar yê fêlbaz e. Divêt haya bazirganên rêwî
hertim źi xwa hee’bin.“.
Marco Polo pirr
bi kurtî haydariyan dide. Di derbarê ti ciyekî da haydariyên drêź nade.
Di rupela 45an
da behsa Kurdistan, Lor u Gulistan’ê źî dike; peyva Kurdistan
wekî Curdistan qeyîd kiriye. Bêguman Lor źî Loristan’a me ya hîro ye.
Dibêźe: “ … împeretoriya duyem wekî Kurdistan, ya sêyem wekî Lor, ya ćarem wekî Gulistan … tên bi nav kirin.”.
Dibêźe: “ … împeretoriya duyem wekî Kurdistan, ya sêyem wekî Lor, ya ćarem wekî Gulistan … tên bi nav kirin.”.
Dibe ku di rupelên din da źî hindek
înformasiyonan bide. Lê ez ew ćend ne bi hêvî me. Helbet dibe ku di nav nivîsên wî yên din da
tiśtên din hee’bin.
Divêt meriv źi
bîr neke, źi berî ku Marco Polo bimire, keśe, heval u xizmên wî źi wî daxwaz
kirine ku rastiya wan ćîrokên xwa bibêźe, źi xwa mikur were ku wî ew welat u
xelk nedîtine, nas nekirine; źê xwastine ku pośmaniya xwa li ber raya giśtî
rabigihîne ...
Li ser źiyana Marco Polo meriv dikare bi
têra xwa ćîrokê drêź bike. Lê źiber ku
mebesteke min ya bi vî hawî tun e, ez ê vê yekê nekim. Źibo min ev
înformasiyonên bi kurd u Kurdistan’ê va girêdayî girîng bun, loma min bi kurtî
di vê nivîsê da bala xwa daa Marco Polo.
Di sala 1298an da di śerrê deryayî yê di
navbera Venedîk u Genua’yê da dîl dikeve. Di dema xwa yê girtîgehê da dest bi
nivîsîna bîranînên xwa dike; lê di eslê xwa da ew dibêźe u girtiyekî din źî
dinivîse. Tê gotin ku Marco Polo bi xwa źi nivîsînê zêde hez nedikiriye ...
Dêra freh kirî ya bi navê San Lorenzo. |
Gava Marco Polo
dimire, wî li ba gorna bavê wî vediśêrin.
Lê gava di
navbera sala 1580 u 1616an da dêra li ba gorna wan tê freh kirin, ciyê
gorna wan źî źiber rêstoresyonê handa dibe u terre.
Bi hêvî me,
źixwa nebim źî ne girîng e, ku roźekê ewê kurd źî meraxa gund u navće u baźarên
xwa bikin, ewê yek bi yek di nav Kurdistan’ê ra derbaz bibin, li pey ćîrokên
xwa.
Kî dizane, dibe ku yek źi wan kurdan roźekê pê l’ śopa nîgê Marco Polo źî bike.
Kî dizane, dibe ku yek źi wan kurdan roźekê pê l’ śopa nîgê Marco Polo źî bike.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen