Hêdî ez źî bi dayîna semîneran wextê xwa derbaz dikim. Him źî online ha.
Helbet tiśtekî bi vî hawî hîć di serê min da tune bu.
Berî sê mehan bu herhal, Hesen Husên daxwaza semînereke bi online'ê źibo min pêśkeś kir. Lê di rastiyê da daxwaza wî ew bu ku ez li ser lêkolînên xwa "Zmanên Medan" u "Avesta 1 - Gatha'yên Zarathuštra" bipeyîvim, źibo endamên koma wan ya Înstîtûta Kurdî Ya Swîsrê u xebatkarên ku di Koma Zmanê Kurdî da cî digirin.
Paśê ćarćoveya miźarê pićekî din mezintir bu. Hesen Husên digel axaftineke xwa ya bi serokê PENa KURD Zerdeśt Haco ra ev miźar haniye zmên. Źiber ku di destpêka vê havîna me ya derbazbuyî da têkiliyeke min u Zerdeśt Haco bi hev ra ćêbuyî bu u em źi demćeyekê/seetekê zêdetir bi hev ra axivî bun, me hev du nas dikir. Eleqeyeke pirr mezin nîśanî lêkolîn u proźeyên li ber destê min kirî bu.
Ango Hesen Husên u Zerdeśt Haco daxwaza ku em muhteveya semînerê mezintir bikin u digel PENa KURD dîsan dezgehên din źî tê da cî bigirin, anîn zmên.
Min got dibe, ćima na, ka em carekê biceribînin. Bi vî hawî me dest pê kir ...
Di nav van du mehên dawiyê da ćar semînar hatin orxenîze kirin.
Digel PENa KURD dîsan ćend dezgehên din źî di vê orxenîzekirinê da cî girtin.
Di semînerekê da li ser "Avesta'yê", yekê din da li ser "Zarathushtra", u paśê źî di du
semînerên din da, ku Weqfa Mezopotamya'yê ya li Amed'ê ew orxenîze kirî bun, li ser "Fonoloźiya Zmanê Kurdî, Arî, Îndo-Ewrupî" u "Bêźenasiya Zmanê Kurdî, Arî, Îndo-Ewrupî" axivîm.Ev semînera sibeh dibe ya pêncem u miźara semînerê "welatê xelkên Arî" ye.
Tevî ku semînerên berê bi qasî du demćeyan/seetan drêź bun źî, semînera sibeh tenê 45 deqqe ye.
Źi niha u pê va ewê PENa KURD u dezgehên din mehê carekê semînereke bi 45 deqqeyî orxenîze bikin u ez ê her carê li ser miźareke din ya zmanî, ćandî, dînî u dîrokî bipeyîvim.
Semînera sibeh ya bi online'ê vê demćê/seetê dest pê dike:
Dîrok: 12.12.2021
20:00 Amed
18:00 Bruksel
Zoom:
https://us02web.zoom.us/j/84977672886
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen