Sonntag, 20. März 2011

Pîroź Kirina Ceźna Newroźê Ya Li Bern‘ê

Min doh hêvarî nekanî tiśtekî binivîsim. Źiber ku ez hindekî westiyayî bum.
Wekî ku min pêr źî nivîsî bu, ez doh bi tevî ćend hevalên din ćum Bern’ê. Hevalên ku li ba zangehên li Swîsre’yê dixwînin, źibo ceźna newroz’ê hêvareke xwarin/vexwarin u hevdu nas kirinê amade kirî bum. Tabî źibo vê yekê źî gelek kes dawet kirî bun. Lê źi kesên dawet kirî kêm-zêde pêncî kes hatî bun.
Di trênê da em li ba hev runiśtî bun. Hevalê Elîfe ya ku min cara yekem dît u nas kir, me pê ra heta Bern’ê hindekî serê hevdu tevlihev kir. Cîgerim Elîf li hemberî zimanê tirkî pirr nerm bu. Dil dikir ku em bi hev ra tirkî bipeyîvin, tevî ku dikane xwa bi kurdî bi têra xwa îfade bike. Lê beśdarvanên qursa li Zürich’ê u min daxwaza wê nehanî śunê. Loma źî meseleya me xwa heta Bern’ê dirêź kir.

Em tam di wexta xwa da gêśtin Bern’ê. Ez dibêźim em kesên yekem bun.
Piśtî hatina me bi hêdîka kesên din źî hatin. Lê dawiya dawîn hevalên ku ev hêvar orxenîze kirî bun, li śuna seet 16an, li dor seet 17an dest bi axaftina xwa kirin. Xwa dan nas kirin, navên baźarên xwa gotin, tiśtên ku vê gavê li ba zangehê dikin, hanîn zimên u hwd.

Di vê navê da Eyśe u mêrê wê Cem źî ketin hundir. Me źi dur va silav daa hev u li śunên xwa runiśtî mayîn.
Piśtî ku axaftin qediya, camêran xwarinên ku hatî bun amade kirin, li ser bufeyê rêz kirin u kesên amade dawetî xwarinê kirin.
Ez ćum ba Eyśê. Me hema hema deh sal in ku hevdu nedî bu. Gava ez li Bern’ê dimam, me gelekî wexta xwa bi hev ra derbaz kirî bu, bi salan. Malbata Eyśê ez hertim dawet dikirim. Herweha ez u bavê Eyśê, Ehmed Xoce, me wexta xwa bi zêdeyî bi zimanê kurdî derbaz dikir. Eyśe kurdî nedikanî, hîn wê demê zarok bu u źi bavê xwa hîn dibu.
Bi vî hawî śeś sal me bi hev ra derbaz kir. Paśê min di dawiya 1ê cotmeha sala 1995an da źi Bern’ê bar kir u hatim Zürich‘ê źiber xwandina xwa. Pêra źiber duriyê têkiliyên me hêdî hêdî kêmtir bun. Berî ćar salan źî diya Eyśê, Fatma, wefat kir.

Dema ku ez li Bern’ê bum, min pirr li ber xwa daa ku Eyśe u xwanga wê Zeynep bixwînin u paśê herrin zangehê. Min ew pirr motîve dikirin. Lê bi vî hawî źî bu. Eyśe u Zeynep’ê huquq xwandin.
Min doh dîsan Seylan źî dît. Berî bîst salan Seylan hîn zarokekî pićuk bubu. Gava min berî sê salan li ba buuyekê/dawetekê dîtî bu, hêdî mezin bubu. Du salan li ba zangeha Sant Gallen’ê ekonomî xwandiye. Niha vê gavê li Zürich’ê berdewam dikiriye. Ez bi diyîna wê pirr kêfxwaś bum. Wê got, «min niha bihîst ku tu qursa zimanê kurdî li ba zangeha Zürich’ê didî, lê haya min qet źê nebu, ez źî dixwazim werim.». Min nimreya telefona xwa dayê. Ez bawer dikin ewdê hefteya tê were qursê.
Seylan bi xwa tirk e. Źi hêla dayîkê va hindekî tevlihevî hee ye, yanî dibêźe dapîra diya min bi kurdî deng dikiriye.
Tiśtekê bala min li ba civînê kiśand. Gelek kesan, bi taybetî źî keć u źinan, bi hevdu ra tirkî deng dikirin. Qet źî pê aciz nedibun. Lê ez bi xwa vê yekê bê tarîf aciz bum. Min bi kesên ku kurdî nedizaniyan ra bi elmenî deng kir. Helbet kêfa hindekan bi vê nehat.
Bi xwadê qendî gramekê źî xema min nîn e. Bi raśtî źî halê me ne ti hal e.
Hindî/hêdî pêwîstî bi dewleta tirkan nemaye, kurt bi xwa ketine bin xizmeta asîmîlasyonê u îmana zimanê kurdî dikin teneke.
Di nav kurdan da hîn źî têgêśtina girîngiya zimên di bin sifirê da ye.
Bila xwadê mirovatiyê źi cahilên kurt yên zirzop biparêze.
Bê guman siyaseta kurdan ya aqilsivik «biratî, pismamtî u hwd.» sebebê herî mezin ya vê yekê ye.
Ma kê źi van partî u siyasetvanên kurt śarlatanekî u sextekarekî baśtir dîtiye, bavê min?!

Keine Kommentare: