Roźên dawiyê bi aramî derbaz bunn.
Li der hewayeke maqul hee ye.
Tevî ku hewa maqul e źî min dawiya vê heftê hêć sport nekir.
Rewśa grêva birćîbunê bellî bu.
Dawiya dawîn hate qedandin.
Lê vê carê źî hemî zehmetî u qurbaniyên dayî vik u vala ćunn.
Me źi tirkên qewad nekaniya mafê miśkekî xwa źî bistînin.
Ya raśt źi piśtî siyasetmedarên kurd li der dest bi grêvê kirinn, źibo min mesele bi temamî safî bubu.
Yanî ewê grêv di demeke kurt da bihata bi dawî kirin.
Źixwa tirkan di televîziyonên xwa da mizgîniya vê didann.
Źi berî ku ez nivîsa xwa ya di Facebook’ê da li vir bidim, ez dixwazim vê yekê bibêźim, siyaseta kurdan ev bi salan e ku di bin destê MÎTa tirkan da tê îdare kirin. Lê keć u xortên kurd źî di nav vê lîstikê da bunne qurbanên dev bi xwîniyan.
Aha nivîsa min ya di Facebook’ê da berxikino:
««GRÊVA BIRĆÎBUNê qediya.
Bila li ser xêrê 'be.
Bêguman haya min źi danustandinên siyasî yên li paś deriyan tun e.
Ti heqqê min źî wekî însan tun e ku źi kesên di grêva birćîbunê da ra bibêźim hilo u hilo bikin.
Camêran 68 roźan bedenên xwa xistinn ćavên mirinê.
Di derbarê tenduristiya bedenên van kesên fedekar da belkî ewê paśê (ya rast źi sedî sed) pirsgirêkên mezin źî derbikevin.
Ez bi xwa ne źibo grêva birćîbunê me, ćiku ez naxwazim ku kurd bi destê xwa xwa bikuźin.
Lê carekê dest pê kirinn u źi min ra źî źi derî riya piśtgiriyê pê va ti tiśtekî din nemaye.
Drêź nekim...
Dawiya dawîn ti tiśtekî siyasî ya berbićav nehate dest xistin.
Careke din enerźî u êśa milletê kurd bu qurbana menîpulesiyonên tirkên qewad.
Cîgirê kErdogan, Bulent Arinć'ê bê bext hîn du roź źi berî qedandina grêvan dizaniya ku ewê grêv biqedin!
Ćawan u ćima?!
Kurd nikarin xwa hertim bi teehudên vala u xapînok bikin qurban.
Bêśik tevgerrên kurd ne źiber kar u fedekariyê, bilakîs źiber tênegêśtina fêlbaziya siyasetê handa dikin.
Źixwa BDP di guhê gê da radikeve, źi derî ćend qîźźewîźźên zirzop u vala nikare tiśtekî bike.
BDP di nav siyaseta kurdan da buye wekî fîleke mirî.
Bi xwadê ewqas zehmetî źibo ći bu, źibo kê bu?!
Źibo milletê kurd tevgerreke "bi kurdî, mîllî u zana" lazim e.
Ev tevgerrên ku źi salên 1950an u bi vir da di himbêza kemalîzmê da hafirînne u mezin bunne, nikarin êdî tiśtekî bikin.
Dema wan źi zu va derbaz buye.
Tunekirina wan źî wezîfeya civakê ye.
...»».
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen