„Lawikê min bi derd e!“ dibêźe diya min.
Ez li ser embara malê ketime nav ćuwal u
cilan, naxwazim bi kesekî ra bipeyîvim.
Bavê min li ber roźinga malê runiśtiye u
êr / êgir dadide. Roniya lempeya bi śuśeya drêź ya dardakirî di halê xwa da
diśewite.
Gava bavê min bi ćoyê di nav destê xwa
da ar tevdida, bi kenn, „Kakil’ê min ćima su
ketiye?“, got u l’ hêla diya min mêze kir.
„Dibê ćima resima min nekiśandine, loma su ketiye.“
Yanî lawikê diya xwa sil ketiye, xeyîdiye.
Havîneke germ bu
li gund.
Divêt brayê min
Vêso wê roźê berxik bibirina ćêrandinê, dê u bavê min źê ra weha gotî bun.
Ez hîn di ser
ćar saliya xwa ra me, halê min ya ku min bikariya berxik bibirina ćêrandinê
tune bu.
Ez daketim
navenda gund. Źi mala me pêncî mêtro dur bu.
Wekî hertim min u zarokên din me bi hev
ra dest bi lîstikê kir. Tama vêśartoka di nav wan mal u axur u goman da zewqeke
bê sînor dida me.
Wê roźê źî em di nav cośiya xwa da b’
vir u wir da bazdidan, heta ku brayê min Vêso hat u bi zorê berxik dan ber min
u ez śandim ber berxikan. Tevî ku źi min ćar – pênc salan mezintir bu źî,
nedixwast herre ber berxikan.
Gava ez ketim duv berxikan u min berê
xwa daa Ćayîrê Eyîn, źi kîn u nefretê
ćavên min śil buyî bun..
Halê min yê ku li pey berxikan heta
hêvarê heśyar bimama, tune bu.
Gava nîvro dibu, dinya dikeliya. Berxikan
serên xwa dixistin nav śeqên hevdu u l’ ciyekî hênik digerriyan. Ez źî bi wan
ra.
Berxik li ku mexel dibun, ez źî li ba
wan. Gava berxik radibun u dîsan dićun ćêrê, haya min źi wan nedibu. Loma źî
min zu bi zu berxikên me handa dikirin. Heta hêvarê birćî li peyv berxikan
digerriyam.
Wê roźê hevalê kekê min yê xwandinê bi
tevî kekê min hatî bu gund. Haya min źê tune bu. Min źi kekê xwa pirr hez dikir.
Ez wê roźê li benda hêvarê bum. Gava
rooź li roźava rengekî zerik girt, min źî bi hêdîka berê xwa daa gund. Hêvaran
hemî pez u naxir dadiketin nav gund, di nav gund da kelecaniyeke mezin ćêdibu.
Tevî ku źibo mezinan karekî bi zehmet dest pê dikir źî, digel zarokan vegerra
pêz u nêxir dibu serpêhatiyeke bê mîsal.
Kekê min Smaîl li malê bu. Kêm caran di
źiyana zarokekî da bextewariyeke weha xwaśik ćêdibe ...
Paśê gotin wan
resim kiśandine. Gotin l’ min źî gerriyane, lê nekanîne min bibînen. Brayê min
Vêso, ku bi zorê ez śandî bum ber berxikan, źi wan ra tiśtek negotiye.
Gava ez bi tevî
berxikan di nav xewê da bi xewnên xwa ra miźul bume, hevalê kekê min Smaîl li
ser Tumî Gir di ber min u berxikên min ra derbaz buye u ćuye.
Źi piśtî ćend
salan min ew resim dît. Kekê min Smaîl li ba ziyareta li paś mala me di navbera
herdu gayên me Cumo u Pîźo da li ser piyan disekiniya, bi herdu destên xwa źî
guhên wan pêgirtî bu. Vêso li ber nîgên kekê min li ser źuniyan disekiniya u
herdu destên xwa li ser źuniyên xwa cî kirî bu.
Her cara ku ez
l’ wê resimê difikirim, hêśeke bêbav b’ min digire. Divêt ez li ser wê resimê
bibuma.
Ewê ew resim
bibuya resima min ya destpêkê. Lê nebu.
Salek paśê,
dîsan havînê, resima min ya destpêkê li hepsa Erzingan’ê, li ber ćokên bavê min
hate kiśandin. Destên min źî li ser ćokên min disekiniyan.
Ez su ketî bum.
Paśê ez l’ pey suketina xwa ketim. Ketin ketin bu, lê su ći
bu?
Źi piśtî sî u
pênc salan ez dîsan hatim li ber zmanê kal u bavan sekiniyam. Min dît ku di
zmanê Zerdeśt’ê kal da wekî saoka-
buye u mahneya śewat, ron didaye. Min fam kir ku hîn di
zaroktiyê da śewat l’ canê min ketiye, u ez śewitandime.
Źi bîr nekin, su-ketin u sotandin xwarziyên hevdu ne, heger dayik sotandin ’be, zarok źî su
ye.
Fuat Saka: "Malan Bar Kir"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen