Dengek źi min ra dibêźe xwa li pey źiyanê nekin parsekên mêźiyên bê nexśe.
Nabêźim źi min ra dibêźe li ber źiyanê, di nav źiyanê ra, li dor
źiyanê ...
Em li ser lutkeya devê derziyê xwa gêhiśtine
kolgehên (tunêlên) xwa yên tunebunê.
Lê hîn źî em li ber vê tunebunê pirsa ku
źiyan ći ye, pirsa ku źiyan ći ’be źi xwa dikin.
Źixwa
gava di pirsê da seqetiyek hee’be, meriv nikare bersîveke neseqet bide.
Odeyeke bi źiyana źi mala dê u bavo. |
Pirsên seqet tenê li pey bersîvên seqet
dikarin zeruriyeta seqetiya xwa meśru bikin u bifrośin.
Yanî gava pirs seqet ’be, źixwa bersîv
źi wê źî seqettir dibe.
Meriv e, li pey tiśtina ketiye, ewê gotina dawiyê ya birćî bike li ser
źiyanê.
Huner e, di bin bêćaretiya xwa da dixwaze
nanên rengîn bifrośe me źibo zelalî u
delaliya mêźiyên me yên birćî.
Muzîk e, bê hewaya sivik pênc quruś źî nake; lê
dîsan źî dest źi guhên me bernade.
Niviśta źi mala pîrê ye, dibêźe ewê
roźekê xwadê di nav kemîna xwa da asê bike.
Źiyan buye
beniśta sor ya di nav didanên me da.
Heger me
bikariya bi cuyîna / cutina beniśta sor mêźiyê xwa têr bikira, hingê me yê
qîmetek di van pirs u bersîvên birćî da bidîta.
Mêrê bi mêźiyê
bê bizmar u źina bi hestên dirriyayî li paś kuće u kolanên reś kućikên nanoziko
difrośin. Ewê li ser piśta kućikên nanoziko aveke bextewar l’ ćermê xwa yê mirî bikin. Mêratino, źi balafirekê dadikevin u l’ balafireke din sîwar dibin, źi busekê
dadikevin u l’ buseke din sîwar dibin, źi baźarekî berbi baźarekî din dibezin
...
Dibêźin em ê bi
kolgehên xwa yên ćêkirî serê źiyanê l’ deriyê malê girê bidin.
Lê rihên kolgeh kirî źi riyên bi deśt hez nakin.
Xwadê bike źî neke źî em ê di dawiyê da ava źi kaniya koremiśkan vexwin.
Xwadê bike źî neke źî em ê di dawiyê da ava źi kaniya koremiśkan vexwin.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen