Hîn demeke kin bu ku hatî bun navćeyê.
Hindî li navćeyê cî buyî bun di nav tirkan da.
|
Gava cara yekem bi brakê xwa va derkete ser
kolanê, zarokên tirk li dor wan girtin.
Hemî źî źi dibistana li ba riya sereke ya hindê
mala wan dihatin.
Źi halê wan bellî bu, niyeta wan zêde baś nebu.
Hatin li ba her du brayan sekiniyan, dora wan
girtin.
Serokê koma zarokên tirk pićekî derkete pêś. Zêde
gotina xwa drêź nekir u hate ser miźarê.
«Śêfê vê komê ez im, bila hun baś bizanin. Nebe
nebe ku hun śaśiyeke bikin kuro! Ev hevalên min giraniya mistên min nas dikin ...» got.
Kekê wî, «Em nuh hatine, em tiśtekî nakin.» got.
«Heger hun nekin ewê
baśtir ’be źibo we.»
«Źixwa em tenê li der digerrin.»
«Źi niha u pê va hun ê tenê bi destura min tiśtan
bikin.»
...
Di roźên pêra da kêkê wî tev l’ wan bu. Roź bi roź ew bun hevalên hevdu.
Lê brakê wî yê pićuk dest
bi boyaxćîtiyê kir. Tev l’ wan nebu.
Li navćeyê kêm malbatên
kurmanc źî hee’ bun.
Bi zêdeyî diću qehwexaneya mala Ezîz ya
źi gundê dayika wî Ciboyan. Tenê ew dikariya bićuya wê qehwexaneyê.
Źi piśtî demekê qehwexane
buyî bu mala wî. Kurdên ku źi gundên derudora navćeyê dihatin, dićun wê
qehwexaneyê.
Di roźên pêncśeman da
bazara li navenda navćeyê pirr bi coś u kelecan dibu.
Di wan roźan da karê
boyaxkirinê pirr dibu.
Her cara ku lîreyek źibo
solekê digirt, bi ćarbaskî dibu.
Havîn e. Roźa pêncśemê ye.
Heta ser bazarê ćuye u dixwaze solan boyax bike.
Berê xwa dide ser riya
sereke yê navćeyê.
Li hêla din ya ser riya
sereke dukana nasekî dayika wî hee’ ye, dukana xalê Kuko. Carina diću wê derê źî.
Heva germ e.
Źi niśkê va heft zarokên
tirk dor l’ wî digirin. Lê źi wî pirr ditirsin źî. Tevî ku berê xwastî bun belaya
xwa l’ wî bidin źî, pośman buyî bun.
Îcarê heft kes bun u ew źî di nav wan da bu. Li piśta wî
sandoqa boyaxkirinê hee’ ye.
Zarokên tirk îcarê bi
birryar in, źi tevgerrên wan xuya dibe, ewê lê’din. Li benda kêliya maqul disekinin u bi axaftinê dixwazin
wî bixin nav kemînê.
Hîss dike, ćare tun e. Bi birryar in u li benda
wextê ne.
Sandoqa li piśta xwa bi hêdîka tîne bin ćenga xwa
ya rast u pêdigire.
Źibo ku bala wan qasî ćend seniyeyan bide ciyekî
din, destê xwa yê ćep radike, «Ez tenê li vir gerriyam, heger hun naxwazin, ez
cartin nayêm.» got u sandoqa di bin ćenga xwa da wekî balyozekê li dor xwa l’ ba kir. Zarokên tirk qet fam nekirin ku ći
bu. Źi niśkê va destên xwa danîn ser ruyên xwa u ćun ser ćokan.
Gava b’ ser xwa va hatin, hêdî
ew ne li ba wan bu.
Źi dur va li ser kućeya
riya sereke l’ ćuyîna wî mêze kirin.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen