Min roźa ćarśemê li Înstîtuta Zmanên Hîndî-ewrupî dîtî bu.
Tabî me di vê navberê da qasî du salan hevdu nedîtî bu.
Anna mamosteya min bu. Gava min li ba zangeha Zürich'ê dest bi xwandinê kirî bu, wê dersa zmanê sanskrît u latînî dida.
Min ev herdu zman źî li ba Anna xwandin.
Digel vê xwandinê hevaltî di navbera me da ćêbu.
Hingê ez li mala xwandekaran dimam. Anna carcarina dihat u dibu mêvana min. Me bi hev ra xwarin dixwar.
Kêfa Anna bi seleteya min pirr dihat.
Tabî em li ser zmanan pirr dipeyîviyan.
Sempatiyeke wê źibo kurdan u zmanê kurdî hee' bu.
...
Ew deh sal in ku me hevdu pirr kêm didît.
Anne |
Anne (li hêla ćep)u du hevalên xwa |
Ez pićekî śaś bum. Kafirê, źi min ra qet tiśtek negotî bu.
Hetta hetta di sala 2007an da xelateke edebiyetê ya roźnameya herî cîddî ya Swîsre'yê źî girtiye.
Ez heta yanzdeh u nîvê śevê li mala Anna'yê bum.
Anna pirtukeke xwa ya helbestan diyarî min kir.
Min daxwaza îmzeyekê źî źê kir. Bi kenn got, "Rast? Ma ez ći binivîsînim?"
Min zêde drêź nekir, hema di cî da got, "Welleh Anna bibêźe, ez vê pirtukê diyarî dizzê źi Kurdistan'ê dikim, ihi."
Baweriya xwa bi min ne'anî.
"Ma tu rast dibêźî", got.
"Herê, ćima na? Ma nayê bîra te xalê me Karl May navê pirtuka xwa ći daynî bu? - Di Nav Kurdistan'a Wehśî Ra -".
Wê bi elmenî, "Für Beghyani, dem Räuber von Kurdistan. Herzlich, Anna", nivîsiye.
Paśê min źê xatir xwast u bi pîskîlêtê hatim malê.
Seet 24ê nîvê śevê bu.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen