Nikarim îddîa bikim
ku min gelek dever u welat dîtine.
Ti carî źî źi min ra
nebuye derd.
Min ev xem źi canikên
din ra hiśtiye.
Ez baś dizanim ku źibo
bextewariya di dilê min da ćend mêtrokare erd têrî min dikin.
Bêguman ez źî bi
dîtina xwezayê hertim bextewar dibim, li ku dibe bila bibe.
Lê mixabin însanên
di nav xwezayê da hêdî gêśtine hêzek u noxteyeke hilo ku xwezayê ligorî kêf u
menfeetên xwa yên demkî diguherînin, serubin dikin.
Ez werim ser
Kurdistan’a me ya bav u kalan.
Kurdistan bi xwa
xwadî xwezayeke mihteśem e.
Heger ev mihteśemiya
xwezaya Kurdistan’ê nebuya, ti carî van melodî u helbestên bi zmanê kurdî
nedikariyan bihafirin, nedikariyan meriv di dilê meriv da pêbigirin u biśewitînin.
Sheqlawa - Kurdistan |
Źibo ku meriv
bikare hestên xwa yên însanî bi zmanekî ewqas mihteśem b’îne zmên, bike
melodiyên nemir u ber’de xwezayê, divêt meriv hîss bike u deriyên hestên xwa
yek bi yek heta dawiyê vebike ...
Aniha hun ê belkî
bibêźin îcar ev ćibu bavê mino, wîîî.
Dixwazim vê bibêźim,
mesele kurdên kundir in.
Min li Ewrupe’yê
gelek kurd nas kirin. Hindek źi wan di ser xwa ra kurdekî/e din źî nas nakin
(tabî divêt ez zêde bala xwa nedim wan qeśmerên pirr siyasî yên ku di dil u mêźiyên
xwa da bune sergîna îdêloźiyên beredayî).
|
Hema hema di vê
navberê da li Ewrupe’yê du nifśên nu yên kurdên me ćêbune.
Źi hemî tebeqeyan źî
nas dikim.
Lê bila mala feleka
xayîn biśewite, him źî bila źi binî va biśewite bi xwadê.
Ev kurdên me źibo
ku bikarin herrin welatên xelkê bibînin, tam hezar u yek teqleyan tavêźin.
Helbet pê fortan źî
tavêźin. Di nav axaftinan da dixwazin bidin nîśan dayîn ku ći însanên
dinyadîtî, zana u bi kultur in.
Palangan - Hewreman - Kurdistan |
Lê gava meriv źi
van berdośên bi kompleks, źi van bermayiyên li ber deriyên xelkê dipirse u
dixwaze bizane ka Kurdistan’a bav u kalên wan di ći halî da ye, dibin wekî
pisîkê ku devê xwa bi śîrê xaltîka min Gul’ê śewitandî.
Źixwa ne xema bavê
van dewarana ye źî. Źiber ku li ser bazarê Kurdistan erzan e, nebe źî dibe. Kes
kesî wekî «dinyanedîtî, nezan u bê kultur» dax nake.
Tabî van canikên me
di ber zmanên xelkên din ra źî dibin mêrxwas u źinxwasên kember bizdandî.
Bi hezaran eyroyan
didin źibo ku bikarin herrin li filan u bêvan welatî hînî zmanê wan xelkan
bibin.
Kurdistan |
Lê gava meriv źi
van dewarên bê bav dipirse ka zmanê kurdî di ći halî da ye, ka bi kurdî dizanin
yan na, xwa źi halekî dikin halekî din, dikennin, qewadî u qehpikiya xwa bi hezar
u yek gotinan dikin śorbe u didin ber me u xelkê alemê.
Van kurdên teres u
namerd ne bi hezaran eyroyan, tenê eyroyekê źî źibo dîtina welatê bav u kalên
xwa, źibo zmanê bav u kalên xwa nadin.
Źiber ku hêdî bune
qewad u qehpikên cîhanê yên daxkirî u «azad».
Ma kî źi qewad u
qehpikên ku źibo menfeetên welatê wî, menfeetên zmanê wî ha ha xwa l’ erdê dixe, xwa di ber wan ra dike xalîćeya zewqê, hez nake, hi, kî?
Hey bila tifu l’ we u heftê u heft ecdadê we ’be, ihi!
Serhat Ćarnewa: "Bazîd"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen