Carina gava dema tiśtekî
tê, bêyî ku meriv li ser bifikire, ew tiśt źi niśkê va ćêdibe.
Meriv pićekî pê śaśo-maśo
źî dibe.
Źixwa śaśo-maśotiya
me źî ligorî normên mêźiyê me ye, yan naaa, di xwezayê da her tiśt her demê «pêkan»
e, u «rewa» ye.
Mesele heger sibeh
serbixwatiya Kurdistan’ê were îlan kirin źî em ê pićekî śaśo-maśo bibin, źiber
ku normên di mêźiyên me da źi me ra dibêźin aniha vê gavê di nav van śert u
mercan ev yek ne mumkun bu.
Yanî mêźiyê me xwa-bi-xwa
xwa dixapîne u dibêźe ev yek ligorî normên min nikare bibe.
Helbet dibeee, him źî
ćawan ...
De tu were bîr u
baweriya xwa b’ vî mêźiyî b’înê ha ...
Bi xwadê em bune
girtiyên mêźiyên xwa yên pirr «azad», bê nezer ...
Herhal hun źî pê
hessiyan.
Formata «blog»a min
bi carekê va guheriya.
Ya rast form
neguheriya, tenê rengê blogê guheriya u ewqas.
Doh gava ez ketim bloga xwa, nućeyek źi navenda blogê li ser ekranê xuya bu. Dixwast min li ser
îmkanên nu hay bike.
Qaśo miźar li ser formên nu yên
dîzaynkirina blogan bu.
Min źî carekê di wî
halê xwa yê westiyayî da got ka ez binêrim ći hee ye u ći tun e.
Tabî bêyî ku bala
xwa baś bidimê, min pê li ciyê śaś kir u yekcar formata bloga min guheriya.
Min kir u nekir,
venegerriya ser formata xwa ya berê.
Herhal źi berî ćar-pênc
salan bu gava min ev formata bi zehmetî ćêkirî bu.
Yanî bêyî ku ez bi
xwa bixwazim min di nav van heft salan da du caran formata bloga xwa guhertiye.
Helbet ev
îstîqrareke pirr mezin e gava meriv vê yekê bi siyasetvanên me kurdan ra
muqayese dike.
Dibe ku di van
demên tê da ez carekê bala xwa bidim formata bloga xwa u mêze bikim ka wekî din
ez bi kîźan formatê dikarim dîzayn bikim.
Źixwa di her tiśtî
da dîzaynek hee ye, de îcar ćima di bloga min da nebe bavê mino ...
Ma min mala kê biriye talanê, hi?
Straneke gelêrî, bi koma Ćar Newa: "Ez Śivan
Im"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen