Mittwoch, 8. April 2015

Pêśangeha Kitêban Li Hewlêr’ê: Bê Kurdî!



Min doh di nav nućeyan da tiśtekî sosret dît.
Li paytexta herêma Kurdistan'ê pêśangeheke navdewletî ya pirtukan tê orxenîze kirin, lê pirtukên bi kurdî tê da xuya nabin!
Kurd u kurdî ha!
Hey tifuuu!
Ligorî ku tê gotin, hindek kurdên îslamîst yên bêbav bi hemî lîstikan dixwazin rê li ber pirtukên kurdî yên bi elfebeya latînî bigirin.
Tabî dikin źî.


Tevî ku li baśur dezgehên dewletî ćêbune źî, stetuyeke nîv-dewletî pêkhatiye źî, qîmeta zmanê kurdî qasî ya pîvazeke xerabe źî nake.
Ha partiyên dîndar, ha yên sosyelîst, ha yên demoxretîk, ha yên totelîter, bi tevayî źî bune partiyên beredayî yên li ber deriyên tirk, ereb u farsên qewad.
Źi van partiyên me tenê yek źî nikare bi bîr u bawerî, bi rihekî kurdîperest u Kurdistan’î xwadîtiyê li zman u ćanda xwa bike.
Her tiśt di ber îdêloźiyên sefsete, di ber siyasetmedarên bê mêźî ra hatiye u tê qurban kirin.
Źixwa heger ew ćend gundiyên me yên bi zman u ćanda me nebin, malik li me śewitî, bu kavilistan u ću.

*

Aniha li der roź dićuriske.
Lê hewa hîn źî ewqas germ nîn e, li dor pênc pileyan e (5°), ewê paś nîvroyê heta donzdeh pileyan (12°) derbikeve.
Tabî sibeh u dusibeh ewê li dor bîst pileyan (20°) germ bibe.
Min gava din źibo nîv-marathona bi navê «Forchlauf» ya ku zanîngeha Zürich’ê orxenîze dike, serî lê daa. Di destpêka meha hezîranê da ye.

Lê źi berî wê źî pêśbirka bezê ya bi navê «Sola Stafette» hee ye, di destpêka meha gulanê da. Ev źî źi hêla zanîngehê va tê orxenîze kirin. Lê îmkana ku meriv tenê bi komeke źi ćardeh kesan pêktê, beśdar bibe, hee ye. Bi temamî riya bezê li dor 120 kîlomêtroyan e. Lê hatiye parve kirin, kesên di nav komê da, her yek źi wan mesefeyekê dibeźe. Mesefeya ku ez ê bibezim li dor 12 kîlomêtroyan e, lê pirr bi kaś e ...
Ez bi tîma klînikê tev lê dibim.
De ya bi xêr, kezebino, ya bi xêr u nexêr :)


Mehmet Atli: "Ay Lê Gulê"




Keine Kommentare: