Doh ez dubare di
xewna xwa da ćum Kurdistan’ê.
Lê vê carê li navćeya
ku min dest bi xwandinê kirî bu, bum mêvan.
Yanî ćum dibistana
herêmî ya li Kemah’ê. Erzingan vê carê źi xewna min xelas bu.
Sala buhurî źi piśtî
bîst u heft salan gava min ću ew der dîtin u b’ vir da xewnên min di nav śert u
mercên din da derbaz dibin.
Helbet xembar in.
Helbet min bi xwa ra digirin u diben.
Min digot belkî bi dîtina wan deśt u ćiyan ewê dilê min pićekî bikeve nav xewa xwa ya kur u zêde b’ ser min da neyê, min ne’êśîne, min źi piśtî ćarîkek sedsalî di halê min da bihêle.
Kêm-zêde pićekî haś
źî bu.
Lê li hêla din bi
xwa ra giraniyên din haniya u di dilê min da mîx kir.
Źê xelas bun herhal
ewê tenê wekî xeyaleke źi xeyalan bimîne.
Bila źî bimîne.
Źixwa ez u ew, em bi hev ra mezin
bune, bi hev ra kewiyane.
Herê, ez ćum
dibistana herêmî di xewna xwa da.
Dibistan kêm-zêde
mîna ku min par dîtî bu, xuya dibu.
Lê li korîdorên
dibistanê tiśt hatî bun raxistin, min xwa bi xwa ra got herhal hindek cî tên renove kirin.
Ez ćum sinifekê. Di
hundir da gelek xwandekar hee’ bun.
Di nav wan da min źineke źi berî sî u pênc salan nas kir. Tabî ew źî hingê wekî min xwandekareke zarok bu.
Lê min nezanî ku kî ye. Ez pićekî nêzzîkê wê bum u min źê ra, «Ma tu hîn źî li vir î?», got.
Lê min nezanî ku kî ye. Ez pićekî nêzzîkê wê bum u min źê ra, «Ma tu hîn źî li vir î?», got.
Wê kêfa xwa qet
xerab nekir, u pêda ću: «Herê, ez hîn źî li vir im. Em vê gavê li vir proźeyên
li ser keśtiyan lêdikolin. Li vê dibistanê hêdî tenê dersên li ser keśtiyan tên
dayîn ...».
Tevî ku hêdî di ćema Firat’ê ya li ber dibistanê da źî av nemayî bu ...
Paśê ez, ew u
hindek xwandekarên din derketin der, em bi hev ra ćun li ćend ciyên li dor dibistanê gerriyan.
Li ba her ciyê ku em źê derbaz dibun, min digot, «Ev der źî wekî par xuya dike, qet neguheriye.».
Helbet li der gelek
xwandekarên din źî hee’ bun.
Źi piśtî gerra me em
berbi dibistanê va meśiyan.
Ez dubare li hindek
guhartinên li der hessiyam. Hewayeke pirr xwaś u ronî hee’ bu.
Em li ciyê xwa
radiwestiyan.
Ez di nav bê dengiyeke
bê sînor da mayî bum.
Tirkên namerd u hov hatin bîra min.
Tirkên namerd u hov hatin bîra min.
Źi niśkê va
pêhessiyam ku va ye di dilê min da źaneke zirav u tuź bi germegirm b’ ser min
da tê u ewê min bi hemî hêza xwa biguviśe u l’ erdê bixe ...
U ez heśyar bum.
Hesen Elî: "Derd O, Derd O" ("Derd E, Derd E")
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen