Hîro hewa pićekî źi
doh xerabtir bu.
Lê divêt źi hîro u
pê va hewa germtir bibe, meteoroloźî hilo dibêźe, heta roźa îniyê ewê derbikeve
bîst pileyan (20°).
Digel vê yekê roźeva
min źî pićekî germtir dibe.
Divêt ez di vê sala
2015an da weśanxaneyeke maqul li Amed’ê peyda bikim źibo ćapkirina ćend heb
pirtukan.
Di sêrî da divêt ez
lêkolînên xwa yên bêźenasiyî/etîmoloźîk yên li ser peyvên kurdî bidim weśandin.
Bi salan e min amade kiriye ...
Heta vê gavê 42 heb
peyv min lêkolîne, heger śaś nebim li dor 300 rupelî dike. Helbet wekî din bi sedan peyvên din źî di nav van gotaran da hatine rave kirin bi kurtî.
Bi zmanê kurdî ewê cara yekem di vê astê da zmanekî zmannasiyî were bi kar hanîn, lêkolîneke ligorî stenderdên navneteweyî were ćap kirin ...
Bi zmanê kurdî ewê cara yekem di vê astê da zmanekî zmannasiyî were bi kar hanîn, lêkolîneke ligorî stenderdên navneteweyî were ćap kirin ...
Helbet dibe ku ez
di vê navberê da ćend peyvên din źî lê zêde bikim.
Tabî min źi berî
deh salan dest bi bêźenasiya van peyvan kirî bu.
Paśê min ew
lêkolînên xwa yek bi yek di nav demê ra di malpera amidakurd.net’ê da belav kirî
bun.
Ev demek e ku zêde
wext nebu ku ez pê miźul bibim.
Źiber ku vê gavê
kar u barê min pirr e, bawer nakim ku di nav demeke nêzzîk da guhartineke din ćêbibe,
yanî ewê demeke din bi vî hawî bidome.
Ći dibe bila bibe,
divêt heta sala tê di sêrî da ćar heb pirtukên ku di bin destê min da ne źibo ćapê
bi temamî werin amade kirin.
Ku min kaniya zutir
weśanxaneyekê peyda bikim, dibe ku ev lêkolîna bêźenasiyî ya li ser peyvên
kurdî îsal źî were ćap kirin.
Dibe yan źî nabe,
nizanim.
Lê ez ê tiśtê di destê min da ye bikim.
Lê ez ê tiśtê di destê min da ye bikim.
Bi hêviya ku ez u
xwadê, em ê di dawiyê da nekevin gewriya hevdu u pêsira hevdu neguviśînin welleh, bê
lome, ihi.
Mehmet Atli: "Pêśiya Malê"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen