Mittwoch, 15. April 2015

Kîloyek Ćaya Kurd "Newroz" Źibo Bavo



Źi aniha da kelecaniya rêwîtiya berbi Kurdistan’ê va l’ min girtiye.
Ez ê cara duyem źi piśtî ćarîkek sedsalî di ber kêleka Kurdistan’ê ra derbaz bibim.
Her tiśt di binhiśê min da terre u tê.
Bêyî ku li ser bifikirim, źi carekê va tiśtek tê bîra min u min bi xwa ra digire u dibe.

Ćaya kurd u Kurdistan'î ya li ber lempeyê
Wê roźê ez li dukaneke kurdan bum, gava min bi awereyî hilo l’ derudor mêze dikir, ćaya kurdan ya bi navê «Newroz» l’ ber ćavên min ket.
Di cî da bavê min hate bîra min.
Źi ćaya ku li welêt tê frotin zêde hez nake, ćaya li Ewrupê xwaśiktir e dibêźe.
Sala buhurî min bi xwa ra kîloyek ćaya Newroz’ê źê ra birî bu.
Îsal divêt ez pićekî zêdetir bikim.
Źixwa wekî din mêro ti tiśtekî din naxwaze.
Gava ez źê dipirsim, pirr li ber xwa dikeve, «Ev dinyeya ku bi ćend roźan e, aha ew roź źî bi dawî dibin. Ku milkê dinê yê min ’be ez ê pê ći bikim? Tu di kefena wê kaltiyê ’nî!», dibêźe u hêrsa di dilê xwa da pê dax dike.

Ćaya kurd u Kurdistan'î
Źi berî ćend roźan min têlefonî wî kir u got ez ê di filan mehê da u filan roźê da werim, va ye zêde wext nema welleh.
Tevî ku pê kêfxwaś bu źî, qet nexwast kêfa belek ya di dilê xwa da nîśanî min bide.
Kafir e, hevîrê źi mala bavê xwa ye, bi hêsanî kêfa xwa bi tiśtekî nayîne.
Ćawan b’îne ku ...
Sal di ser me ra derbaz bune, salên wekî zêr u zîv.
Salên di biharên xwa da ...
Lê me tev da źî ew sal revandine, tev da.
Salên me źi kîsa min u bavê min yek bi yek ćune.



Straneke gelêrî, bi Erdogan Emir: "Tew Veyvikê" ("De/Wey Bukê")




Keine Kommentare: