Wekî ku min berê źî
gotî bu, doh li ba zanîngeha Zürich’ê, li «înstîtuta zmanên hîndî-ewrupî» di
derbarê dengbêźên kurd da semînerek hate l’ dar xistin.
Xaltîka me toxtor
Barbara Sträuli li ser lêkolînên xwa yên dengbêźên kurd qasî seetek u nîv
peyîviya.
Panzdeh kes hatî
bun. Helbet ez źî di nav wan panzdeh kesan da bum.
Ligorî gotina
Barbara’yê hîn li ser van dengbêźan lêdikoliye u dixwaze heta śeś mehan wan
lêkolînên xwa wekî pirtuk bide ćapê.
Bêguman Barbara’yê
gelek înformesiyonên baś daa guhdarvanan.
Digel axaftina xwa
gelek wêneyên kevin źî nîśanî me daa. Hindek resim źi sedsala 19an bun. Li ku
ew resim peyda kirine, nizanim. Min źê nepirsiya źî.
Bi kurtî ćend vidyo
źî nîśanî me dan.
Lêkolînên xwa bi
taybet li Suruc’ê kiriye, ku li ser sînorê ye u źi Kobanî’yê źi deh
kîlomêtroyan dur e. Di dema berê da ćuye Kobanî’yê źî. Gelek dengbêź li wê derê
nas kirine.
Aniha li vir
nikarim yek bi yek hemiyan binivîsînim.
Bi zêdeyî li ser
stîla dengbêźan sekiniya, kî bi ći hawî distrê, normên her yekî ći ne, tesîra
dengbêźan ya li ser civatê u ya civatê źî li ser dengbêźan ći ye u ćawan e ...
Li ciyekî wêneyeke
kevin ya koćerên kurd nîśan daa. Malbat li ćolekê bu, bi tevî zarokên xwa yên
pićuk.
Gotin haniya ser
wan zarokên kurd u śaśbuna xwa ya bê sînor li hemberî hunera wan ya mihteśam
haniya zmên.
«Min di źiyana xwa
da tiśtekî weha nedîtiye u bawer nakim ku tiśtekî weha li dereke din źî hee’
’be. Ev zarok ne dikarin bixwînin u ne źî dikarin binivîsînin. Lê di edebiyetê
da mihteśem in. Zarokên di nav civata me da ti carî nikarin bi wan ra werin
miqeyese kirin, ti carî. Însan dibêźe qey ew poeziya mihteśem di derguśa wan da
l’ wan hatiye diyarî kirin ...», got.
Tabî li hêla din
xemgîniya xwa ya li hemberî tunebuna dengbêźiya bi hezaran salan haniya zmên.
Bi vê yekê va girêdayî qedexeyên li ser zmanê kurdî, zilma li ser dengbêźan b’
bîr xist.
Tevî ku ewqas zilm
u zordarî li ser zmanê kurdî hee’ bu u hîn źî berdewam dike, bi hêvîbuna xwa
haniya zmên.
Di dawiya axaftina
xwa da gotin haniya ser ćend dengbêźên ku wê li kobanî’yê berê nas kirine.
«Gava ez l’ wan bu’bum
mêvan, min xwa bi xwa ra got, źi berî ku ev dengbêź źiber bêbextiyekê, nexwaśiyekê
bimirin u wan berhemên giranbiha bi xwa ra bigirin u biben, heger ez roźeke
zutirîn hemî berhemên wan yek bi yek li ba xwa qeyîd bikim ewê pirr baś bibe.
Hêvî u daxwaza min hee’ bu ...».
Wêneya menśur ya Kobanî'yê. Mîna bextê kurdan l’ hev ketiye! |
Paśê ew wêneya menśur ya Kobanî’yê,
ku tê da Kobanî’ya wêran- u tarumarbuyî xuya dibu, nîśan daa, u got:
«Źi berî ku ev însanana bimirin,
mixabin Daîś’ê hemî baźar bi erdê ra kir yek. Ew hemî nirxên giranbiha yên
dîrokî źî di nav da, bi tevî dengbêźan, bê vegerr ćun!»
Li ba vê axaftina xwa ya dawiyê ćavên
wê śil bun. Di dengê wê da xemgîniyeke źi dil xwa daa der. Li ber sînora gîrînê
ću u hat, ću u hat ...
Pê hêśiyam ...
Straneke gelêrî, bi Leyla Îśxan: "Were Dotmam"
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen