Tevî ku ligorî meteoroloźiyê źibo hewaya hîro baran hatî bu
ragiyandin źî, hewaya hîro bi têra xwa germik u nermik bu.
Qendî bîst pileyan bu (20°).
Loma źî ez vê nîvroyê qesî seetek u ćil u pênc deqqan ćum
pîskîlêthaźotinê.
Tabî paśê źî qendî du seetan ćum bezê, min îmana xwa bi temamî
kir śorbe u hatim malê.
Êêê, hema hema ćar seet sport yanî.
Lo bavê mino źi carekê va birćîtiyê b’ min girt ku qet
nebêźin.
Ez hîn li supermarkêtê bum, min źibo dawiyê heftê tiśt
dikirriyann. Źixwa roźa duśemê źî li vir tatîl e.
Ya rast bi zorê gêśtim supermarkêtê, tam pênc deqqe mayî
bunn.
Ê di hundir da min mêze kir ku va ye birćîtî dike teq u req.
Di cîgeha sarkirinê da min sandîwîćên amadekirî dîtinn, hema źi
wan du heb girtinn.
Ćar kîlo źî porteqel kirriyann.
Porteqelên nermik bunn, loma min kirriyann.
Źi piśtî ku hatim malê min bi lez sandîwîćên xwa xwarinn.
Dirrikên xwa źî.
Helbet pêra źî min berê xwa daa porteqelan. Bi serê diya min
ya rehmetî bibe ku porteqalên pirr śîrîn bunn :)
Min źi wan źî du heb xwarinn.
Min źi wan źî du heb xwarinn.
Êh, paśê pićekî aqilê min hate serê min yaw, waweylêêê.
Law bi telaq birćîtî tiśtekî pirr bê bav e welleh u billeh.
Gava carina li ba sportê birćîtî di nîviyê rê da b’ min
digire, hindî ez tenê li xwarinan difikirim.
Tabî śorba nîskê u dew, bacanên qeliśtî, kofte, seleteyeke bi
lêmon, mêweyên nermik u filan u fistix ...
Helbet zebeś nikare were źi bîr kirin.
Gava ez hîro bi pîskîlêtê di ber dukana kurdekî me ya bi navê
«Merdan» ra derbaz bum, li der zebeś xuya nedikirinn.
Berê navê dukanê «Fermo» bu u aîdî kurdekî me yê źi Semsur’ê bu.
Lê firotiye kurdekî din.
Salên berê di van deman da zebeś dihatinn firotin.
Źixwa śensa min qet tun e yaw, tifuuu :)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen