Ćend roź in hewa dîsan li vir bu śêlo.
Germayî gelekî daket.
Bê baran zêde wext derbaz nabe.
Ya rast ev ćar-pênc hefte ne ku di dawiyên heftan da hertim
śilî dibare.
Ligorî ragiyandina meteoroloźiyê, dawiya hefteya pêśiya me źî
ewê bi baran bibe.
Min dil dikir ku ez doh herrim pîskîlêthaźotin u bezê, lê
źiber hewaya bê bav nebu.
Tabî hîro źî dixwazim vê lotikê b’avêźim.
Aniha hewa bi hewr e.
Barîn yan źî nebarîna baranê diyar nîn e.
Tabî ez ê hîro źi sedî sed lotikekê b’avêźim, yan pîskîlêt
yan źî bez, hêdî bes e bi xwadê.
Divêt ez hîro têlefonî bavê xwa źî bikim.
Dibe ku van roźan herre gund.
Tabî têlefona gund źî kar nake. Herhal kebloyek bizdandine
digel kar u barê rêćêkirinê.
Camêr narrin tamîr źî nakin.
Roźa îniyê profesorê beśa me «zmanên hîndî-ewrupî» di dersa
«dengnasiya zmanê latînî» da got, «Hefteya tê ewê ćend berendamên profesortiyê
li vir referetan bidin, ez dixwazim we hemiyan dawetî van referetan bikim.».
Yanî dawiya vê salê profesorê me yê beśa zmanên hîndî-ewrupî emekdar dibe.
Loma źî ćend kes dixwazin ciyê wî bigirin.
Źi van kesan ez tenê yekê nas dikim.
Ew źî xaltîka me Karin e, li vir xwandiye.
Źi berî deh salan me bi hev ra di nav proźeya bi navê «navên
źinên hîndî-ewrupî» da kar kirî bu.
Ya rast min digel wê proźeyê «navên medan» berhev dikir. Tabî
min hemî nav u peyvên medî yên di nav zmanên din da yek bi yek qeyîd kirinn.
Ew karê xwa min paśê wekî têz amade kir u daa profesor M.
Janda, hingê ew źi wê proźeyê berpirsiyar bu u wî źibo ku ez vî karî bikim
pêśniyaz l’ min kirî bu. Źiber ku wî daxwaza di dilê min da dizaniya ...
Tabî min bingeha wê têza xwa di sala 1999an da li ba zangeha
Bern’ê ava kirî bu.
Drêź nekim. Hewa hîn źî girtî ye, bi hewr e.
Divêt ez pêśta tiśtina bixwim.
Dibe ku ez rabibim u herrim pîskîlêthaźotinê.
Êêê, carina rîsk źî lazim e yanî :)
Êêê, carina rîsk źî lazim e yanî :)
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen