Hîro źi piśtî nîvroyê hewa pićekî baśtir bu.
Carina rooź derket, carina hewr hatinn.
Loma źî ez di seet 14 u nîvan da ćum pîskîlêthaźotinê, qendî
du seetan.
Źiber baayê bi hêz hindekî karê min zêde bu :)
Gava ez di seet 16 u nîvan da vegerriyam u hatim malê, min muzek u pariyek
nan xwar.
Ez ê hîn bićuma bezê źî.
Di seet 18an da ćum.
Di seet 20an da źî b’ śun da hatim.
Yanî hîro min tam ćar seet sport kir, loma źî vê gavê piyên
min pićekî têśin.
Sibeh divêt ez zu rabibim.
Di seet 9an da refereta yekem ya profesorê yekem dest pê
dike.
Paśê di seet 11an da yê duyem u di 14an źî yê sêyem referetên
xwa didin.
Ê tabî źi piśtî van źî ez ê źibo ćend seetan herrim wergerrê
bikim.
Yanî sibeh ewê roźeke întensîv bibe.
Yanî sibeh ewê roźeke întensîv bibe.
Dawiya dawîn źî ez ê herrim tesîsên fîtnesê :)
Bi telaq ez qet fam nakim ku ez ćima vê eziyetê l’ xwa dikim
yaw, waweylêêê.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen