Hîro ne śilî bariya u ne źî rooź li ezmên xuya bu.
Karê min źî zêde tune bu, min tenê qendî sê seetan wergerr
kir u xelas.
Paśê ćum postexanê.
Pêra min bêrê xwa daa Mîgros’ê, tiśtina kirriya u hatim malê.
Min hîro navberak daa bezê.
Tabî pîskîlêt źî nehaźot.
Piyên min hîn źî źiber bezên van ćar roźên dawiyê yên bê
navber têśin.
Tevî ku ez nećum bezê źî, min nekaniya li śuna xwa rehet
bisekinim u rabum ćum ciyê fîtnesê ya zangeha Irchel’ê.
Min tenê entremana xwa ya bedenhêziyê kir u ewqas.
Tabî entremana bi piyan qet nekir :)
Źi piśtî vegerrê u xwarina xwa ya hêvarê, derketim der u qendî
45 deqqan meśiyam u hatim.
Min ê bigota «sibeh», lê źixwa aha va ye seet źi nîvê śevê
pênc deqqan derbaz buye, loma divêt ez bibêźim «hîro».
Ez ê vê sibehê pêśta qendî 2 seetan herrim bezê.
Li vir di yekê gulanê da her der girtî ne, yanî tatîl e.
Wekî her salê, ez ê herrim ciyê ceźna/festîvela yekê gulanê.
Tabî li vir her tiśt di hewayeke ceźnekê da derbaz dibe.
Li ciyê festîvelê hema hema yên ku standan vedikin u xwarinê difrośin, kurd in.
Berê xelkên din źî stand vedikirin, lê sala ćuyî hema hema tenê kurd bunn, yanî tenê standên PKKê hee’ bunn.

Dibêźin hîsal ewê stranbêźekî me yê kurd źî dîsan were, min
navê wî źi bîr kir yaw.
Ligorî ragiyandina komîteya 1ê gulanê ewê dawiya vê heftê źî were pîroz kirin.

Êêê, xwadê daye min yanî, hîro roźbuna min e źî :)
Ya rast, gava ez 10-12 salî bum, min nedizaniya ez kîźan salê u roźê ćêbume.
Min źi kê dipirsiya, kesî nedizaniya. Ne xwangên min, ne brayên min u ne źî dê u bavê min (źixwa bav-mav nemabu, dayik źî nîvmirî bu).
Lê dawiya dawîn diya min got, gava tu berbi sibehê ćêbuyî, hemî źinên li dor min gotinn, «Hîro yekê gulanê ye. Aha tenê ev tê bîra min. Nizanim ku kîźan sal bu.».
Loma źî min heta vê demê yekê gulanê wekî roźbuna xwa qebul kir.
Di nasnameya min da tirkên qewad yekê meha duyem nivîsîne, wekî bi mîlyonan kurdên din.
Li vir min berî heśt salan di nasnameya xwa ya Swîsre’yî da yekê gulanê daa nivîsîn.
Lê ći bextreśî ye ku min źi berî sê salan carekê tiśtek źi bavê xwa pirsiya.
Hey bila nehata aqilê min yê ćeqilmast, herê welleh.

Min got, «Yaw bavo, ma we berê li gund roź u meh ligorî kîźan
teqvîmê hêsab dikirinn?».
Ći bibêźe baś e?
Qet nebêźin.
Mêro malik li min xerab kir.
Got, «Welleh me ligorî hêsaba me kurmancan diheźmart.».
Yanî berxikino, teqvîma me kurdan tam 14 roźan li duv teqvîma rooźê dimeśe.
Yanî gava ligorî vê teqvîma me ya hîro dibe 14ê gulanê, di teqvîma me kurdan da źî dibe 1ê gulanê.
Aniha ligorî teqvîma me 18ê avrêlê ye :)
Law ev ći bê bextî ye, sê roźbunên min hee ne, tenê źi yekê źî min xêr nedît, tifuuu.

Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen