Hîro min tembeliyeke mezin kir u zêde xwa nelivand.
Hewa sar bu. Loma min sport źî nekir.
Lê sibeh xwadê mezin e helbet.
*
Ez dixwazim hîro li vir li ser śîroveyeke xwa ya di
Facebook’a bê bav da bisekinim, yanî parve bikim.
Xalê me Mahabad nivîsek belav kirî bu.
Xalê me Mahabad nivîsek belav kirî bu.
Xalo xwadiyê malpera amidakurd.net’ê ye.
Ez ev 6-7 sal in ku lêkolînên xwa yên li ser zmanê kurdî di
amidakurd.net’ê da didim weśandin. Yanî min cara yekem bi kurdî di
amidakurd.net’ê da dest bi belavkirina lêkolînên xwa yên bi kurdî kirî bu. Hîn
źî berdewam dike.
Amidakurd.net’ê di destpêkê da nućeyên siyasî nediweśand.
Tenê nivîsên li ser edebiyatê, zmên u her wekî din diweśand.
Lê paśê ev prensîba xwa guhert u dest bi weśandina nućeyên
siyasî źî kir.
Tabî min wê gavê fikira xwa gotî bu, yanî min qet dil nedikir ku amidakurd.net źi śopa xwa ya berê veqete.
Tabî min wê gavê fikira xwa gotî bu, yanî min qet dil nedikir ku amidakurd.net źi śopa xwa ya berê veqete.
Lê mixabin birryar di destê wan da bu, u wan źî birryara xwa
bi śiklê ku wan dil dikir, daa.
Qasî ku xuya dibe aniha dîsan dixwazin vê biguherînin. Loma
źî hariyarî u pêśniyazan źi xwandevanan dixwazin.
Nivîsa ku xalê me Mahabad belav kirî bu, ev e:
«Ji kerema xwe re vê nivîsê
bixwînin û pêşniyazên xwe ji bo me diyar bikin, em ê mîna malpera Amîda Kurdê
pir dilxweş û spasdar bin. Pêdiviya me bi alîkariya we heye!... http://www.amidakurd.net/nuce/ amîda_kurd_û».
Śîroveya min źî ev e berxikino:
«Kekê mino, ez di vê meselê da bi temamî tev li xalê me Rêzan
dibim.
Gava amidakurd'ê dest bi weśana nućeyên siyasî kirî bu źî min
fikira xwa gotî bu.
Źixwa kes narre nućeyên siyasî naxwîne źî.
Ev ne meseleyeke bi me kurdan va girêdayî ye, di nav hemî
milletan da rewś eynî ye.
Divêt meriv bi temamî bala xwa bide ser zman, wêźe, huner,
mode, kerîketur, sîneme, muzîk, dans u gelek miźarên din yên ku zmanê me xwaśiktir
u zengîntir dikin.
Bi saya xwaśikiya miźarên balkêś meriv dikare zmanê xwa źî di
mêźiyê milletê xwa da cî bike.
Źixwa diźminan di mêźiyên kurdan da mîna ku zmanê kurdî zmanê
heywanan 'be, tehrîbeteke psîxoloźîk ya pirr kur ćêkiriye.
Źibo ku meriv bikare van "qereqolên" ku di mêźiyên
kurdan da hatine hafirandan yek bi yek tune bike, pêwistî bi zmanekî "nazenîn
u efsunî" hee ye. Tevî ku ew zmanê me yê bi hezaran salan yê pîroz hee ye źî, tevî ku zmanekî ewqas bi hêz u edebî ye źî, em pênc quruś qîmetê nadinê, bi destê xwa dikin qurbana zmanê qetîl u diźminên heft ecdadê xwa.
Źixwa zmanê meriv dergeha hemî dermanan e.
Hemî normên me yên fikirînê, hemî normên me yên śexsî u
netewî bi sînorên zmanê me va girêdayî ne.
Pileya zanîna zmanê xwa yê zikmakî pîvana śexsiyeta meriv ya
netewî nîśan dide. Bê zman ti kes nikane di navbera xwa u zmanê dayika xwa da
aîdiyeteke însanî bihafirîne, xwadîtiyê lê bike.
Di însanan da heft emosiyonên (hestên) bingehîn hee ne:
"śayî, nefret, surprîz, tirs, kêmdîtin, hêrs, xemgînî".
Ligorî encamên lêkolînên noyrobiyoloźiyê meriv bi kîźan zmanî van hestên xwa diźî, bi kîźan zmanî van hestên xwa tîne zmên, xwa aîdî wî zmanî u wî zmanî źî aîdî xwa hîss dike.».
Ligorî encamên lêkolînên noyrobiyoloźiyê meriv bi kîźan zmanî van hestên xwa diźî, bi kîźan zmanî van hestên xwa tîne zmên, xwa aîdî wî zmanî u wî zmanî źî aîdî xwa hîss dike.».
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen