Hîro hewa li vir germ bu.
Lê ewê heta du-sê roźan dîsan xerab bibe.
Dawiya vê heftê źî baś xuya nake.
*
Ez dîsan werim ser referetên doh.
Źi piśtî refereta xalê me Martin, ez bi Charlotte, Roli (her
du źî bi hev ra zewicî ne u li înstîtuta me kar dikin), Salva (asîstan e) u
profesorê me yê kafir daketin źêr.
Wan dil dikir ku xwarina xwa ya nîvroyê bixwin.
Hîn źibo refereta sêyem seetek u nîv wext hee’ bu.
Gava em daketin źêr, min źi can u canikan ra got, «De bila źi
we ra nośîcan ’be, ez ê carê herrim nav baźêr u werim, karekî min hee ye.».
Ez ćum, min karê xwa hal kir u vegerriyam mensayê, źibo
xwarina xwa nîvroyê.
Źi piśtî ku min xwarina xwa xelas kir, ez derketim hewśa
ronik ya zangehê.
Camêrên din hîn li wir bunn.
Źibo destpêka referetê źî dewpênc deqqe mayî bunn.
Ez digel wan runiśtim.
Profesorê me yê kafir fikra min pirsiya, «Ma ligorî we Martin
Kümmel ćawan bu?».
Źi berî ku ez bersîvê bidim, dîsan kete navberê, «Ez bawer
dikim źi nav hemiyan ew kesê herî maqul e.».
Êh, helbet min gotin b’ vir u wir da banedaa u gotina wî
testîq kir, «Bi ya min ’be, hîndî-ewrupînasekî baś e, berendamê tam ligorî vî karî
ye.».
Ez bawer dikim yên din fikra min źi wî ra gotî bunn. Ez bi
yên din ra li źor pićekî peyîvî bum.
Loma mêro bi lez hate ser meselê.
Dura dîsan berbi min vegerriya, «Bêguman heger komîsyon Martin
hilbibiźêre, ewê baś bibe. Lê tiśtê ku em bikarin bikin tun e, divêt em li
benda wan bisekinin. Ya din źî wî di dawiya axaftina xwa da bersîva refereta
xwa nedaa, ew ne baś bu.».
Miźara xalê me Martin, «Ma sînorên zmanên hîndî-ewrupî li ku
derê xelas dibin?», bu.
Źixwa her tiśt źi axaftina wî bellî bu, bi dêhna min ne
pêwist bu ku bersîveke hazir bide.
Pênc deqqe mayî bunn. Loma źî em źi śuna xwa rabunn u ketin
ser rê.
Di rê da profesorê me digel min dimeśiya. Dîsan berê xwa daa
min:
«Ma hun bunne hevwelatiyê Swîsre’yê yan na?».
Min, «Herê, bume, źi berî deh salan.», got.
«Ez źî dixwazim bibim hevwelatiyê Swîsre’yê. Lê Emerîka pićekî pirsgirêkan derdixe. Her salê źi min bacê digirin, tevî ku ez li vir źî
bacê didim. Di destpêkê da qasî hezar frankî bu, lê sala derbazbuyî min tam bîst
hezar frank wekî bac daa Emerîka’yê. Tabî baca ku ez li vir didim źî tiśtekî
din e.».
Paśê hate ser miźarekî din:
«Ma aniha li Kurdistan’ê rewś ćiton e? Qasî ku ez dizanim, lîderekî
kurdan yê di hepsê da daxwaza rawestindina śêêr kiriye u gerîlla źi sînor derbazî
hêla din dibunne. Ma ev rast e? Hun li ser vê yekê ći difikirin?».
Min zêde drêź nekir, «Herê, rast e. Lê her tiśt bi tirkan va
girêdayî ye. Semîmiyet girîng e. Źixwa kurd źi vî śerî zirareke mezin dîtinne.
Heger tirk di dayîna mafên kurdan yên mîllî da cîddî bibin, ti mesele tun e. Śer
źiyana însanên me tarumar dike ...».
Dîsan mêro drêź kir, «Ma hun dizanin, gava li Boston’ê bombeyek diteqe u du-sê kes dimirin, li Emerîka’yê dikin qîźźewîźź, lê li Roźhilata Navîn herro bi sedan, bi hezaran însan dimirin u tên kuśtin, xema kesî nîn e.».
Dîsan mêro drêź kir, «Ma hun dizanin, gava li Boston’ê bombeyek diteqe u du-sê kes dimirin, li Emerîka’yê dikin qîźźewîźź, lê li Roźhilata Navîn herro bi sedan, bi hezaran însan dimirin u tên kuśtin, xema kesî nîn e.».
Êdî wext hatî bu, millet tevda ketî bu hundir.
Me bi vî hawî gotina xwa birriya u derbazî hundir bunn.
Xaltîka me Karin dest bi refereta xwa kir.
Xaltîka me li ser zmanên keltîk pispor e, helbet wekî hîndî-ewrupînas.
Min qasî 25 deqqan ew guhdar kir, paśê derketim u ćum kar.
Lê kêfa min bi refereta wê zêde nehat.
Dura ći kirinn u ći ne kirinn ez nizanim.
Hîro źî wextê min nebu ku ez herrim tev l’ referetekê bibim,
tevî ku min pirr dixwast źî.
Dibe ku ez sibeh carekê herrim înstîtuta me, ka ći birryar
hatiye girtin.
Bi zanîna min divêt hîro bellî bibuya.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen