Her cara ku di nav śevê da kuliyên berfê
tên xwarê, hstêrkên haśiyayî/weśiyayî yên ku li galaksiyên cîran dibarin, tên
bîra min.
Têrmaśê, xwa ew ćend bi śehwet l’ ba dikin ku dilê
reben bi pehînan l’ kezeba li teniśta xwa dide.
Vê gavê hemî zindî l’ benda hêviya bextê
xwa mane.
Heger bext berê xwa l’ bextreśiyê nede,
ewê di dawiyê da bi bextê xwa śa bibin.
Lê sruśt henekbazeke bê hućik e, hedura
xwa bi kêfxwaśiyên drêź nayîne.
Zindiyên ku bi kêfa xwa tuśî sînorên ćavên
xwadê dibin, zivistanên eźderheyî l’ canê xwa bar dikin.
Bar barekî giran e, hestiyên meriv
dićemîne.
Berf e, baran e, śepal e, ha hilo li ser
herdê xwadê rika xwa drêź dike.
Ćavên ku di nav vê zivistanê da nakin
śeq u naśkên, bila qet li benda camên pukbuyî nemînin. Zelaliya camên mala bavê
min u we ne źi pućbuna salên ćuyî ye, źi dilśewatiya kezeba wan ya bi bar e.
Me di nav pagên xwa da salên xwa berdan
u ćun.
Berê me l’ roźava, me piśta xwa ya esmer
l’ ćiyayên xwa daa.
Li paś me tayên
porê me yên ketî man.
Yên ku giran bun, li ciyên xwa man.
Yên ku bi pif bun, bi bayan ra firiyan.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen