Dewê di mala me da tirś e.
Źixwa tirś nebe źî zêde xema me nîn e.
Loma em kurd źi huskereyên (tasikên) xwa
hez nakin, ćiku dewê di nav da tirś e.
Heta ku haya kurdan źi kurdbuna wan
hee’be, ew dew źi vê tirśbunê xelas nabe (tevî ku peyva kurdî dew źi ariya kevin *dʰawgʰa- tê u bi têra xwa kevin e u di zmanê sanskrîtî da źî wekî dogha- ye).
Menśur e, giyayê di hewśa kurdan da
źixwa hertim tahl e, bi źehr e.
Tu yê bibêźî qey yên ku wî giyayî dixwin,
kurd bi xwa ne, ne berxik u bizin u qantir u mirîśkên wan in.
Lê kurd nexwin źî dizanin, źiber ku ew
giya di hewśa wan da mezin bune, loma.
Min źi kurdên normel tiśtek fam nekir.
Qet li ber xwa nekevin. Heta ku hun źi
kurdên me yên normel tiśtekî fam
bikin, ewê psîxoloźiya we ya heeyî u mayî bibe wekî kolan u kućeyên qerećiyan.
Mesele ew e ku ew bi xwa źî źi xwa
tiśtekî fam nakin.
Gava dipeyîvin demće/seet źi kerban
diteqin. Źixwa wext ći
ye, nizanin.
Kurdê normel kurdê herî ne normel e.
Heger hun bi ya min bikin, berê xwa
bidin kurdên ku bi dîntiya xwa bi nav
u deng in.
Ćendîn dîntir ’bin, ew ćend źî kezebtir in.
Min heta hîro źî nedîtiye kurdê ku qaśo dînik e, bi zmanê tirk, ereb u farsan
axivî ’be.
Demeke drêź bingeha peyva me dîn-ik serê min bi têra xwa tevlihev kirî bu.
Tevî ku min pirr merax dikir źî, min
nedizanî ku źi ku dihat. Lê yê ku źi xwa pirsekê dike helbet ewê li pey
bersîva xwa źî bigerre.
U ez lê gerriyam, yanî bi
salan.
Di dawiyê da mesele baś u xwaś zelal bu.
Hun dizanin, peyveke wekî dîwane źî hee ye di nav ferhenga me da.
Tabî bi taybetî źî di nav zmanê wêźeyî da tê bi kar hanîn u di eslê xwa da
mehneya dîn-ik dide.
Em pićekî paśta herrin, bikevin nav dema
kurdiya kevin u zmanê avestî.
Di avestiya kevin da peyva daēva- mehneya xwadê u di avestiya ciwan da źî mehneya śeytan, hefrîd dide (kurdî dêv). Di
zmanê sanskrîtî da wekî deva- ye u
mehneya xwadê dide. Mesele li ba
yonaniyan xwadê Zeus hee ye, li ba
latîniyan diva hee ye u hwd.
Heger em pićekî din paśta herrin, yanî
heta sê hezar salên berî mîladê, ev peyv di zmanê hîndî-ewrupî da wekî *dei̯u̯o- [= deyvo-] bu u wateya xwadê ←
(xwadê-)yê ezmanî dida ...
Forma kurdiya kevin dai̯va- paśê bi paślêkekê dibe *dai̯vāna-
u mehneya dîn-ik l’ xwa bar dike.
De îcarê hun bi rehm u bextê xwadê dikin,
heger hun ’bin hun ê ći bikin?
Di destpêkê da ezman e, paśê li ezmên dibe xwadêyê
ezmanî.
Lê yê ku li ezmên e helbet dê roźekê dakeve
źêr źî.
Guhên vîtkirî dizanin, kurdê ku dewê xwa tirś u giyayê di hewśa xwa da
tahl dihessibîne, helbet ewê roźekê źî xwadêyê
ezmanî yê bi hezaran salan bigire u bike dînikê hewśa malê.
Dîsan źî hun xeman nexwin, dîntî u xwadatî pismamên hevdu ne.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen