Ez hîn ćend salî
me.
Sibehekê em
digel xuriniya xwa pêhessiyan ku dapîra min ya di nav nivîna xwa da dest źi
nefesgirtinê berdaye.
Roźa din dapîra min
radikin, diben goristana gundê me ya li ser riya gundê me, li ser kaśa Kevirê
Kirran.
Heta ku ćavên
meriv lê drêź dibin, berfê xwa berdaye ser herdê.
Ez li der, li ber deriyê mala me
sekinîme. Źi źor va l’ lutkeyên ćiyayên ku li hemberî mala me ne, dinêrim.
Ez bi mirinê ra rubiru bume. Li ber
dawîbuna źiyana dapîra xwa dikevim. Ez dixwazim źi mirinê bifitilim, lê nizanim
ez ê bi ći hawî bikim. Ez dibêźim heger ez li paś xwa tiśtekî bihêlim, ez ê ewćend bi zu nemirim. Xwa bi xwa ra dibêźim ez ćima ćêbum u ez ê ćima bimirim? Serê
min ew ćend l’ hev ketiye ku hindî nikarim vegerrim ser canê min yê li ber
deriyê mala me. Źi źiyanê ewćend aciz bume, źê fam nakim. Herhal źiyan ev e,
meriv ćêdibe u paśê źî dimire, dibêźim.
Mêźiyê min yê zarokî nikare źi bin barê źiyanê
yê heeyî rabe. Ez di bin pirsên xwa da gêź dibim u terrim.
Ez bi hêdîka mezin dibim, dibim xortekî
temam.
Li ser piśta min pirsên min hee ne. U
giran in.
Ez źi herda kalikên bavê xwa derdikevim.
Ez bi pirsên xwa
me.
Em bibêźin, ez
li pey pirsên xwa me. U ez l’ bersîvan digerrim.
Ez l’ mirin u źiyanê digerrim.
Ez dibêźim, ev mirin u źiyan ći ne, ći dikin, ći dixwazin?
Ez berê xwa didim felsefeyê, ćênabe. Di
dawiya dawîn da serê xwa bi felsefeya marksîst bêtir tevlihev dikim.
Lê hêvî careke di ciyê xwa da runiśtiye, nikarim dest źê berdim.
Îcarê dikevim nav psîkoloźiya sed salî ya xalê me Freud, Reich, Pavlov, Adler, Fromm. Ne pirs tuśî bersîvên xwa dibin u ne źî gerra min bi dawî dibe.
Pêra seriyekî l’ biyoloźiyê didim, nabe. Dîsan bi źiyan u mirinê ra rubiru dibim.
Îcarê dikevim nav dîrokê, nav poeziya bi hezaran salan, nabe. Ez bi tena serê xwa dimînim.
Paśê zman tê bîra min, dibe ku bersîv di nav zmên da vêśartî ’be, dibêźim. Ev pićekî dikeve serê min, u ez berê xwa didim zmanên kevintirîn …

Bi pirtukên pîroz serê xwa ha ha diśom, ćênabe.
Ez u pirsên di zaroktiya min da, em źi
hev nabin. Ez di nav xwezayê da l’ nîśanekê digerrim ...
Carina hîssa ku ez nêzzîkî bersîva pirsên xwa buyî bibim, di min da ćêdibe.
Lê di dawiyê da dîsan sernakeve.
Dem derbaz bun, ez źî di nav wan deman ra. Hêdî ez di nav her tiśtî da l’ bersîva xwa digerrim. Źi kurmikan bigirin heta mêś, pel, dar, vîrus, bakterî, av, ćuk, giya u gulan, yanî belaya xwa l’ her tiśtî didim.

Ćênabe.
Ez l’ pitikekê mêze dikim, dixwazim fam
bikim, tiśtê ku vê pitikê b’ źiyanê va girê dide, ći ye? Ez bi rik im, ez ê
dest źi pirsên xwa bernedim.
Meh meha tebaxê ye, sal sala 2017an e, ez l’ vê pitikê mêze
dikim, ez bi hêvî me.
Ez hîss dikim ku ez gelekî nêzzîkî bersîva xwa bume. Pitik rêberiya min dike, min bi xwa ra dikiśîne berbi tiśtekî va.
Ez hîss dikim ku ez gelekî nêzzîkî bersîva xwa bume. Pitik rêberiya min dike, min bi xwa ra dikiśîne berbi tiśtekî va.
Pitik hîn nikare bimeśe, li ser pê u
destên xwa bi kelecan terre u tê, bazdide, dixwaze rabe ser xwa. Bi kelecan e,
xwa wekî pisîkan d’ vir u wir da tavêźe, źi kêfê diqîrre ...
Źi niśkê va di hiśê min da dengek dike teq
u ez bi bersîva pirsa xwa ya nîv sed salî ra rubiru dibim.
Ez li ciyê xwa yê runiśtî dikevim nav
nimêźa dawiyê.
Niviśta li ser kefa destê xwa dixwînim. Dićurise.
Niviśta li ser kefa destê xwa dixwînim. Dićurise.
Her tiśt di halê xwa da kerr dibe u terre.
Źiyan ći bu? Ćima hee'bu? D’ ku da diću?
Źiyan ći bu? Ćima hee'bu? D’ ku da diću?
Ez źiber vê bersîva hatî u daketî ya piśtî ćel u ćar salan li ber xwa nakevim.
Hun źî li ber xwa nekevin.
Ez bawer nakim ku hun bi zanîna vê yekê bikarin bextewartir bibin.
Heger hun bi ya min bikin, berê xwa, wextê xwa, ênerźiya xwa bidin tiśtê ku we bextewar dike, lê ne bextewartir. Tiśtê ku we bextewartir dike ewê we roźekê nebextewartir źî bike.

Źi bîr nekin, mîna me, ev dema ku em di
nav ra derbaz dibin źî zîncîreke źiyanê ya drêź e.
Ti kesê ku bikare vê zîncîra li hev bide, tun e. Hay źi zîncîra xwa hee’bin. Dibe ku roźekê źiyaneke nemir bi dest bikeve, lê ewê śertê źiyanê yê esasî her bimîne, u ebediyen.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen