Xalê me yê psîkolog Walter Mischel di nav pirtuka xwa ya menśur da li ciyekî husan
dibêźe: Yan tiśtê ku ez dibêźim, bike,
yan źî tiśtê ku ez dikim, bike.
Zarokên kurd yên di bin konê da. |
Ćima weha dibêźe, em ê li źêr bikevin
pey.
Xalê me bi lêkolînên xwa yên bi zarokan
ra navekî drêź u gran li paś xwa hiśtiye. Tevî ku xalê me berbi heyśtê salên
xwa va terre źî, hîn źî śur nikare di ber simbêlên wî ra derbaz bibe.
Di nîviyê salên 1960yan da xalo dest bi
lêkolînên xwa yên li ser zarokan dike.
Źi piśtî demekê xalê me metodeke nuh
peyda dike, u dixwaze bi saya wê metodê zarokên pêśeroźê yên serketî nas bike.
Navê lêkolîna xalê me źi navê xalê me bi
nav u dengtir e.
Pirtuka xale me Walter Mischel |
Gava meriv dibêźe Marshmallow-Efekt, xwadê źî bê hemdî li źor guhê xwa dixurîne u
dibêźe: Kuro, ma beraziyek di vê lêkolîne
nebe?
Heger hun li gundekî Kurdistan’ê źi
kalik u pîrekên me ra behsa vê lêkolînê bikin, ewê źiber kenna puśulreś
zikopiśto bikevin ser herdê u careke din źî ranebin.
Marshmallow-Efekt ći ye?
Marshmallow bi xwa navê śekir u śîrîniyên nerm e.
Xalê me bi tevî
koma xwa terre dibistanan u dikeve ser qirika zarokan. Źi zarokên du-sê-ćar
salî bigirin heta zarokên donzdeh salî. Lê bi taybet źî digel zarokên sê-ćar
salî karê xwa kurtir dike.
Pêśta li dibistanan
odeyeke vik u vala u bi dîwarên spî eyar dikin. Paśê maseyek u kursiyekê di navika
odê da cî dikin.
Dura kesek terre
u zarokekî/ê bi xwa ra tîne odê, li ser kursî dide runiśtin, du heb śekir /
śîrîniyan datîne ser masê u źi zarok ra dibêźe: Aniha ez ê herrim karekî pićuk hal bikim u werim. Helbet źi piśtî ku ez
źi odê derketim tu dikarî źi van her du śekiran yekî bixwî. Lê heger tu heta
vegerra min nexwî, hingê tu dikarî van her du śekiran bixwî.
Carina xal u
xaltîkên me źi piśtî pênc, carina deh u carina źî źi piśtî panzdeh deqqan
vedigerrin.
Źi van zarokan
hindek hema bi lez yekî dixwin u hindek źî naxwin u li benda xal u xaltîka me
dimînin.
Digel bi hezaran zarokan ev lêkolîn
hatiye kirin. Her weha di nav
salên pey ra źî heta îro hatine dubare kirin. Hîn źî tên berdewam
kirin.
Di dawiyê da meseleya bi heft girêk
zelal dibe. Zarokên ku śekirek nexwarine u li benda xwarina du śekiran mane,
him di źiyana wan ya dibistanê da u him źî paśê di źiyana xwa sîvîl da
serketîtir bune. Mesele xwandina bilind bi dawî kirine, karên baś bi dest
xistine, malbateke hevaheng ava kirine, di têkiliyên sosyalî da serketine u
hwd.
Temamê meselê ev e.
Aniha kalik u pîrekên me henekên xwa l’
me nekin u zikopiśto nebin u nekevin ser herdê źî ći bikin, hi? Zarokên kurd bi
salan l’ benda śekirekî dimînin. Źibo cotek sol heftê salan li ber xwa didin. Źibo ku evîndara xwa roźekê
bibînin, deh-bîst salan bi xewna wê roźê diźîn ...
Destên zarokên
kurd źiber payîna ebediyen hiśk dibe, dîsan źî xwadê źi îmana xwa danakeve
xwar.
Xalê me Walter Mischel vê gavê li dor heyśtê salên xwa ye. Di dema xwa da
cixarekêśekî temam buye. Dibêźê ez ewqas fanatîk bum ku, ez cixare di devê min
da diketim bin duśê u min serê xwa diśuśt. Lê di salên xwa yên kaltiyê da
radibe Marshmallow-Efektê li ser xwa
źî ferz dike u dev źi cixarê berdide u tê ser îmana berê.
Roźekê hevalekî xalê me Walter Mischel tê cem wî u źê ra dibêźe,
min dixwast es dest źi vexwarina alkoholê
berdim, lê min nedizanî min ê ćiton / ćawan bikira. Ez rabum u ćum cem
psîkologekî. Źi min ra got «źibo her cara ku tu l’ alkoholê difikirî yan źî
dikî ku vexwî, divêt tu ewqas pere bidî rêxisteneke human. Me bi vî hawî
protokolek ćêkir. Aniha her cara ku ez l’ alkoholê difikirim yan źî dixwazim
vexwim, rêk u pêk beśek źi pereyên xwa źi rêkxistinên xêrxwazî ra diśînim.
Heger bi vi śiklî bimeśe yan ez ê topê b’avêźim, îfles bikim, yan źî ez ê di vî
śerrî da serkevim.».
Em werin ser kurdên pepuk. Heger źi
aniha u pê va kesek bihata u źi kurdan ra bigota, binêrin, źi îro pê va kîźan kurd difikire ku bi zmanê tirk, ereb u
farsan bipeyîve, yan źî bê hemdî dike ku bipeyîve, divêt ewqas pere wekî
xêrxwazî źi tirk, ereb u farsên faśîst u niźatperest ra biśîne.
Ez dibêźim pozê kurdan bi zencîran
girêdane, ewê kurd topa mala bavê xwa b’avêźin, lê dîsan źî dest źi zmanê tirk, ereb u farsan bernedin,
heta ku kesekî pozê wan kurdan b’ zencîra zmanê kurdî va girê nedaye.
Em careke din vegerrin ser gotina xalê me Walter Mischel: Yan tiśtê ku ez dibêźim, bike, yan źî tiśtê ku ez dikim, bike.
Dixwaze bibêze, zarok bi baleke mezin berê xwa didin kirin u gotinên mezinan. Gava ew di kirin u gotinên mezinan da dubendiyekê dibînin, źibo xwa źî heman tiśtî rewa dibînin u di kirin u gotinên xwa da dubendiyan dikin prensîp.
Em careke din vegerrin ser gotina xalê me Walter Mischel: Yan tiśtê ku ez dibêźim, bike, yan źî tiśtê ku ez dikim, bike.
Dixwaze bibêze, zarok bi baleke mezin berê xwa didin kirin u gotinên mezinan. Gava ew di kirin u gotinên mezinan da dubendiyekê dibînin, źibo xwa źî heman tiśtî rewa dibînin u di kirin u gotinên xwa da dubendiyan dikin prensîp.
Kurdê ku dibêźe em kurd in, zmanê min u te
kurdî ye, lê li ba zarokên xwa źî bîst u ćar seetan bi tirkî dike zirrezirr,
ewê ćawan wan zarokên qanî bike?
Li hêlekê ew zarok u li hêlekê źî bextê
wan.
Ćarenivîs buye niviśteke reś.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen