Min hîro sport źî nekir.
Ya raśt, pêwistiya min bi bêhnvedaneke ćend roźan hee ye. Lê ez bawer nakim ku ez sibeh wilo bi rehetî li śuna xwa rubinim.
Di van du hefteyên dawiyê da ćend buyerên sosret di navbera min u du kurdên «nivîskar» da ćêbu. Źi van du kurdan yekî qet xwa lii min negirt.
Loma źî ez dixwazim pêśta li ser wî bisekinim.
Ez vî camêrî źi bîst salan u vir da bi nivîsên wî nas dikim.
Di raśtiyê da min berî bîst salan pirtukeke wî ya li ser dîroka kurdan xwandî bu u ewqes.
Wê roźê min bi tesedufî li ser hêsaba hevalekî min ya di Facebbook’ê da nivîseke wî dît. Mêro bi zmanê tirkên qewad źi millet dixwast ku herrin hêsaba wî u nivîsên wî yên bi tirkî u «giranbiha» bixwînin.
Hîcar dinya li ber ćavên min reś bunn. Tu him dîroka kurdan bikole u him źî milletê kurd yê ku tevda asîmîle buye u di nav komayê da ye, dev źi zmanê kal u bavan berdaye, dawetî xwandina zmanê tirkî bike!
Min hindî nekaniya xwa źê bigirim u ev śîroveya li źêr nivîsiya u śand:
«Ev nêzîkî bîst salan e ku ez źi dur va birêz S. M. nas dikim. Min pirtuka wî źî xwandî bu. Vê gavê, yanî źi piśtî van bîst salên derbaz buyî ez dîsan li vir raśtî nivîsên wî hatim. Birêz S. M. di van bîst salên buhurî da qesî gramekê źî xwa pêśta nexistiye. Tiśtê herî berbat yê ku meriv ecêb dihêle, hîn źî kekê me tênegêśtiye ku zmanê kurdî di nav kîźan xeteriyan da ye. Hîn źî qesî pênc quruśên xerabe di serê wî da ciyê xwa negirtiye. Hîn źî bêyî ku hindekî śerm bike bi zmanê tirkên
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen