Bi telaq min hîro źî tiśtek nekir.
Karê min yê wergerrê hîro tune bu.
Min herî zêde wexta xwa li malê derbaz kir. Bi karê xwa ra miźul bum u bi têra xwa serê min perćifî.
Tenê vê hêvarê di seet 19an da ćum dukaneke sportê źibo ku kaskêteke pîskîlêtê bikirrim.
Lê min du heb kirriyan. Ći dibe ći nabe. Heger ez śaś nebim, kaskêta min ya berê heft-heśt salan kevin e. Helbet min berî heft-heśt salan carekê qezayek źî pê kirî bu. Yanî hingê hindekî zirar u ziyan źî gêśtî buyê. Di raśtiyê da merî źi du salan zêdetir danayne ser serê xwa. Tê gotin ku maddeya ku źê hatiye ćêkirin, di nav demê ra sist dibe, yanî pićekî źi hev dikeve lo. Loma źî li ba qezayekê nedî nikane baś serê meriv biparêze.
Min doh li ser du kesan hindek tiśt gotî bunn. Nivîsa ku min li ser yekî nivîsiya bu u źê ra śandî bu, li vir bi we ra źî parve kirî bu.
Hîro ez ê nivîsa xwa ya li ser yê din biweśînim.
Vî hevalî źî di Facebook’ê da daxwaziya hevaltiyê kirî bu. Min źî qebul kirî bu. Lê herweha min źê ra nućeyek śand u got «roźa ku te bi tirkî tiśtek weśand, aha wê roźê źî hêdî em ne hevalên hevdu ne, canim cîgerim. ...».
Lê piśtî du roźan vî camêrî bi tirkî nivîseke xwa weśand.
Tabî dîsan dinya li ber ćavên min reśo-meśo bu.
Min rabu ev śîroveya xwa ya li źêr źê ra śand:
«Xalê Y., di warê fikirînê da dibe ku meriv źi hev gelekî cihê sekina xwa bigire. Bi sê telaqên jinberdanê, bila biźî demoxrasî u filan u fistix. Ez ê destê xwa qet nedim raśtiya biyoloźiya însên - tevî ku hemî xerabî di hemî însanan da hee ne źî -. Tiśtê ku tirk, ereb u faris li kurdan dikin, kurdan dikuźin, tecawîzî kurdan dikin u hwd., li gorî śertên xwezayê, tevgerrên herî normal in. Ez źiber vê yekê li ber xwa nakevim. Źiber ku xweza dibêźe hemî rê u metod legal in źibo ku her afirande bikare mayîna xwa ya li źiyanê bixe bin garantiyê. Yanî heger tirk werin gośtê me sor bikin u bixwin źî, źi vê normaltir tiśtekî din tune di xwezayê da. Ev mafê wan yê heebun u tunebunê ye. Lê tiśtê ku min ecêb dihêle, felsefeya kurdên me ya bê bingeh u xeyalperest e ... Gava ez «qewad» dibêźim, ez vê yekê di mahneya xwa ya herî esasî u exlaqî da bi kar tînim. Ma heta hîro ćend tirk, ereb u fars li diźî zilma ku li milletê kurd hatiye/tê kirin, daketinne ser kolanan u ew protesto kirinne, xalo? Peyva «dijmin» źi avestî "dušmainyu-» tê u mahneya "diź-ramanî» dide. Ma ćend tirk u ereb u fars di derbarê azadiya milletê kurd da wekî kurdekî Kurdistan’î difikirin? Wekî din źî, min bi xwa zmanê avestî bi salan xwandiye, di pirtuka pîroź Avesta'yê da min heta niha źî gotineke wekî "ez źi ramana raśt, ... hez dikim» ne xwand u ne źî dît. Ne raśt e ku meriv hewl bide xwa u di bin navê Zerdeśt da gotinên wî berevaźî bike u pê tenura xwa germ bike. Divêt meriv «cî u dem»a gotinên dîrokî adapteyî kêfa śexsê xwa neke u neke śorbe. Dixwazim vê bibêźim, ne baś e ku meriv bi fikrên xeyalî yên źi derî raśtiya xwezayê xwa u milletê xwa bixapîne. Ev tenê xizmeta siyaseta diźmin ya tunekirinê dike, xalê ćavbelek.».
Paśê kekê me bersîveke gelekî li gorî xwa daa. Li ser vê yekê min cara dawiyê bersîvek dayê:
«Keko, mîna ku min di destpêkê da bi bîr xistî bu, zmanê tirkan u kurdên ku wî zmanî bi kar tînin, źibo min meseleyeke pirr mezin in. Ev min rencîde dike. Ćênabe ku kurd źî di bin xizmeta asîmîlasiyona dewleta tirkan da zmanê diźminê xwînxwar meśru bikin. Her peyva bi zmanê tirkan meśrukirina vê yekê ye. Dibe ku mafê Soranekanên Kurdekan hee bibe, gava «kurdên li bakur» wekî «kurdên tirkan» nav dikin. Hîcar ez hêdî ne di lîsteya te da me, keko. Bimîne di xwaśiyê da.».
Bêguman bi vî hawî em źi lîsteya hevdu derketinn.
Welle derdê me kurdan derdekî pirr giran e. Diźmin ći li me bikin źî misteheq e ellawekîl.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen