Dienstag, 18. Januar 2011

Beza Roźê U Kongreya Mezin Ya Elewiyan

Hîro ez heta nîvroyê li malê bum.
Di seet yekan da qendî du seetan ćum bîskîlet haźotinê.
Gava di seet sisiyan da hatim malê, min dest bi berhev kirina odeya xwe kir.
Źixwe ev du meh in ku odeya min gelekî tevlihev e. Min refên pirtukan paa/paqiź kir. Pirtuk li ciyên xwe yên nuh śun kirin. Mase u Refên berê źi hev derxistin u bi tevîhev birin banê.
Ya raśt min ê hemî tiśtên di odeya xwe da biguhertina, ango mase, karole, dolap, refên pirtukan u leptopa min.
Heger ez źi xwe mikur werim, ev hemî tiśtên ku min nivîsiyan, tevda źî min kesên din girtî bun. Tiśtên pirr xerab u kevn bun. Lê min hew kaniya ku heta niha nigê xwe źi nivîna xwe derbixim der.
Loma źî min got ez ê van guhartinan vê gavê bikim.
Min mase u refên pirtukan berî du mehan kirriyan.
Karole u leptopa xwe berî ćar roźan kirriya. Lê mixabin ku leptop kar nake, divêt ez vê heftê bi śun da bibem.
Tiśtê mayî niha dolap e. Ez ê vê heftê roźa îniyê bi xizmê xwe Paśa ra careke din herrim mêze bikim. Ka xwedê mezin e.
Paśê ez qesî seetekê ćum bezê. Di seet śeśan da li malê bum. Min li malê źî sporta xwe ya bedenćêyiyê (bodybuilding) kir.
Dura min testa ku xatun psîkolog dayî bu min, min xelas kir u dest bi paa kirina mitbaxê kir.
Yanî bi kurt u kurmancî qet wextê min ćênebu ku heta niha tiśtekî din bikim.
*
Di Kongreya Mezin Ya Elewiyan da ya li Enqerê (15-16.01.2011) cara yekem di civîneke husan mezin da elewiyên me li ser «pirsgirêka kurd» nîqaś kirine u daxwaza milletê kurd ya «perwerdeya bi zimanê kurdî» wekî heqqekî rewa u xwezayî bi bîr hanîne.
Bi baweriya min tevayiya elewiyên ku tev li kongreyê bune, bê him u gim hemî źî bi esl u feslê xwe kurd in.
Lê eslê xwe înkar dikin.
Di destê siyaseta kemalîzmê da bune diźminê qewmê xwe.
Kemalîzmê him kurdên elewî bi metodên herî barbar daa kuśtin u him źî xwe wekî dost u hevalê elewiyan yê herî baś li elewiyên me daa firotin.
Źi vê ra mirov «îroniya dîrokê ya bê îman u wîźdan» dikane bibêźe.
Bavê min hîn di wê qeneetê da ye ku heger Atatürk nebibuya, ewdê qirra elewiyan bihaniyana.
Loma źî em carina di telefonê da dikevin qirika hevdu.
Lê ez dibêźim ew naxwaze ku li hemberî min raśtiya vê yekê qebul bike. Berê kurd buna xwe źî qebul nedikir.
Di van mehên dawiyê da dibêźe em «kirdasî» ne, ne kurd in.
Min peyva «kirdasî» cara yekem źi bavê xwe bihîst. Li ba me berê li gund digotin em «kurmanc in». Źiber ku min di temamê źiyana xwe da bavê xwe źi hefteyekê zêdetir nediye, derfeta min ya ku pê ra bipeyîvîm źî qet ćênebu.
Helbet ez bi bavê xwe ra di telefonê da hertim bi kurmancî dipeyîvîm.
Bi kurmancî peyîvîn, ew bixwaze źî nexwaze źî, belgeya kurmanc buna wî ye, ew bi xwe źî vê yekê di bin hiśê da him hîs dike u him źî diźî.
Dibe ku hindek bibêźin: «Ma di vê not (90) saliya xwe da bavê te kurd buna xwe qebul bike ći dibe, neke ći dibe?».
Ez dibêźim pirr tiśt dibin. Qet nebe bila di nefesa xwe ya dawiyê da bi kurdî źi min ra tiśtekî bibêźe u paśê źî bila bi aramî u kêfxweśî bar bike u herre ba diya min.
Min soz daye xwe, ez ê ti carî pê ra bi tirkî deng nekim.
Yê ku ev zimanê kurmancî li min daye hîn kirin, ez bi kurmancî hez kirime, bavê min e. Divêt xwedîtiyê li wan demên xweś bike.
Źiber ku ez ê źî bi zarokên xwe ra bi eynî śiklî tevbigerim, helbet ku roźekê ćêbun.

Keine Kommentare: