Heweya hîro źî mîna ya doh bu, yanî li dor pileya sifirê bu.
Hîro di seet desyekan/dewyekan da min dest bi wergerê kir, heta seet desdudu/dewdudu u nîvan. Di vê navê da nîv seet wextê min ćêbu ku tiśtekî bixwim. Min li ba îmbîsa Varol’ê kurd ya ligel zangeha Zürich’ê kebab kirriya u xwar. Ez u Varol, em hevdu heźdes/dewheśt sal in ku nas dikin. Me di heman demê da li ba zangeha Freiburg’ê dest pê kirî bu. Wî ekonomî xwand u xelas kir. Lê cîgerim Varol ev des/deh sal in ku îmbîstiyê dike, yanî kebaban difirośe.
Min di seet yekê da dîsan dest bi wergerê kir. Gava seet dudu u nîv bun źî, xelas bu.
Paśê min berê xwe daa restorenta hevalê min u cîranê me yê li welêt, Newzat.
Piśtî nîvroyê bi zêdeyî kar li restorentê pirr kêm dibe. Karê heyî źî tenê tiśtên vexwarinê ne.
Loma źî wextê Newzat źibo nîvanên xwe źî ćêdibe.
Ya raśt Newzat źi siyasetê gelekî hez dike, lê ez źi miźarên bi siyasetê ra girêdayî hîć u hîć hez nakim.
Siyaset pîśeyeke pirr hiśk e, bê tam e. Kesên ku bi siyasetê ra miźul dibin, kesên pirr bê kêf in. Źi fikrên vekirî u estetîkê pirr dur in.
Him narsîst u him źî paranoyîd in. Źi derî xwe nikanin źi kesekî din hez bikin, pê bawer bikin.
Źi leqleqa vala bê pîvan hez dikin.
Xwe di hêlliyeke zêrînî da dibînin, lê taca wan li serê wan nayê...
Gava ez hatim restorenta li Römerhof’ê, ha min dîî ku heval Ararat źî li wir e.
Em qesî du seetan bi hev ra runiśtin. Śansa Newzat bu, hîro źî ha ha mêvanên xwarin u vexwarinê hatin.
Me bi zêdeyî wextê xwe li ser miźara «zimên» derbaz kir.
Cîgerim Ararat got lawek źi wan ra ćêbuye u wan navê «Zanyar» lê kiriye. Źiber ku źina wî xwastiye herre welêt, źi meźburî ćuye balyozxaneya tirkan, daku pasaportekê źibo lêwik derbixe. Lê tirkên niźatperest navê «Zanyar» qebul nekirine, xwastine ku navekî din li zarok bikin. Tabî ew źî dîsan dest vala bi śun da vegeriyaye.
Mirov li van tirkên «bê namus u tolaz» śaś dimîne …
Paśê, gava heval Newzat kar dikir, carekê źi dur va got: «Bi xwedê, heval Ararat pirr zêde bi tirkî dipeyîve.». Min źî yekcar «wê gavê tiśtekî pirr berbat e» got.
Tabî hêrsê bi min girt. Ez pirr qehiriyam. Kekê me Ararat berî du salan źî navê xwe yê ecêb guhartî bu u kirî bu «Ararat».
Ê ma aniha heqqê min tun e? Camêr bi salan di girtîgeha tirkan da maye. Zimanê wî bi hemî metodên barbar źi holê tê rakirin, lawikê xwe yê pênc mehî nikane bi kurdî nav bike, u ... u ... u. Piśtî van hemî bê namusiyên tirkan hîn źî radibe bi zimanê wan dipeyîve, zimanê xwe yê belangaz bi destê xwe dikuźe!
Min got: «Heger weha bibe, ez ê źi niha u pê va te u fikirên te ti carî cîddî negirim.». Wî heq daa min. Li ber xwe ket. Paradoksa ku di źiyana wî da xwe li wî daye qebul kirin, gotin u kirinên wî yên ku li hev nakin, bi nefsbićukî qebul kir.
Em hindekî din li ser miźara zimên axaftin. Dawiyê bi hev ra rabun. Gava em rabun źî «spasdariya xwe» źibo rexneyên min hanî zimên.
Di seet pêncan da hatim malê.
Gava seet bîst u dudu (22:00) bun źî, qendî ćil deqqan ćum gerrê.
Ev ćend seet in ku berfê źî dest pê kiriye.
Derudor dîsan spî buye, tenê buk u zava kêm in ellawekîl :-).
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen