Ev e dîsan serma kete hawîrdorê.
Źi doh va ye ku zêde naxwazim derbikevim der. Heger derbikevim źî źiber kar u bar u hindek tiśtên din yên meźburî ye.
Hîro nîvroyê di seet 13:00an da źibo seetekê ćum wergerê.
Piśtî wergerê bi lez ćum zangeha ETH’ê ya Zürich’ê. Min ê li wir romana Mehmed Uzun «Siya Evînê» bida psîkologekî Swîsre’yî.
Berî mehekê haya min li gerrîna wî ya li pirtukeke bi zimanê kurdî ćêbu bi saya Dezgeha Peneberan Ya Zürich’ê. Min źî źê ra e-mailek śand u got, dibe ku ez bikarî bibim hariyariya xwe bidimê.
Li gorî gotina wî, nexweśekî wî yê kurd he buye. Lê źiber buyerên ku hatine serê wî, heta vê gavê źî îmkan ćênebuye ku bi wî ra tedaviyeke serkeftî pêk bîne. Xwe bi śun da dikiśandiye.
Kekê me dawiya dawîn xwe bi xwe ra gotiye ez ê pirtukeke bi kurdî peyda bikim u diyarî wî bikim, daku bila ew bixwîne u paśê źî li ba tedaviyê źi min ra yek bi yek qala wê bike.
Kesekî kurd źi Polîklînîka Psîxiyatriyê ya li Bern’ê źê ra romana Mehmed Uzun «Siya Evînê» u «Roźek Źi Roźên Evdal’ê Zeynik’ê» pêśniyaz kiriye.
Lê piśtî gerrîna sê heftan min pirtuk bi dest xist u źê ra e-mailek śand, got, ha ev e pirtuk amade ye.
Źiber vê yekê źibo ku em hevdu bibînin, me bi hevdu ra demek heśkere kir.
Min di seet sisiyan da ew dît u pirtuk dayê.
Kekê me źi min ra źî wekî diyarî qutiyek ćîkolete hanî bu. Bawer dikim li ser rê ew kirrî bu. Gava min li malê qutî źi turika xwe derxist, hîn etîketa bihayê wê li binî zeliqiyayî bu. Kekê me tam 25 frank daye. Ya raśt ćîkoleteyeke gelekî biha ye.
Ellawekîl min hindekî źi xwe śerm kir.
*
Berbi hêvarê min ćuu hindek zerzewat kirriyan.
Lê min hîro źî sport nekir.
Bi destura Zerdeśt’ê kal ez ê sibeh dest bi serraśt kirina odeya xwe bikim.
Di nućeyên medyaya kurd da min tiśtekî balkêś nedî, yan źî tiśtên heyî ez pirr eleqeder nekirim, garantiya ćavkaniya nućeyan hindekî śil buu.
Loma źî, qet nebe de hun hiśk bimînin yaw.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen