Hîro heweyeke gelekî sar li der he bu. Di bin sifirê da 5° bu.
Loma źî ez heta berbi hêvarê qet derneketim der.
Di seet 16:30yan da qendî seetek u pêncdes/dewpênc deqqan ćum bezê u ewqas.
Paśê min telefonî bavê xwe yê li Kurdistan’ê, li Erzingan’ê, kir. Min herî dawî berî des/deh roźan telefon kirî bu. Gava ez hindekî dereng telefon dikim, pirr li ber xwe dikeve. Êêê ev bîst u sê sal in ku me hevdu nediye.
Gava ez li Erzingan’ê bum źî me zêde hevdu nedî bu.
Hîn di zaroktiya min da, ango di śeś saliya min da bavê min xistî bun girtîgehê. Heta hatina min ya Swîsre’yê, źiber ku bavê min źi hepsê reviya bu u li gundekî Stembol’a tirkan diźiya, min źî di ćend heftan da carekê diću ew didiya. Hingê, beriya ku ez bêm Swîsre’yê, ez qesî salekê li Stembol’ê mayî bum u min di bîraxaneya lawê xaltiya xwe ya li Taśtarla’ya li Gaziosmanpaśa'yê da kar dikir.
Helbet min źi sibehê heta nîvê śevê heft roźan nedikarî dest źi kar berbidim.
Lê carina roźên paśîniyê min heta nîvroyê destur digirt, źi sibê zu radibum u dićum ba bavê xwe źibo ćend seetan. Źixwe ćuyîn u hatina min qendî pênc-śeś seetan daźot. Ligel wan rêwîtiyan mîda min pirr berbat dibu źiber otobusa źi Üsküdar’ê ya berbi gundê bavê min. Di raśtiyê da, ez pêśta li Eyüp’ê li mînîbusê siyar dibum u heta Emînönü’yê dićum. Paśê li keśtiya Üsküdar’ê siyar dibum ... Yanî min sê caran seyareya xwe diguhart.
Bavê min hertim dixwast ku źi min ra xwarinekê ćêbike. Lê źiber mîda xwe min qet nedikanî tiśtekî bixwim. Loma źî bavê min pirr li ber xwe diket. Hertim hal u rewśa min źi min dipirsiya, her carê źî dixwast ku bi zorê peran bide min. Lê min pirr śerm dikir ku źi bavê xwe peran bigirim. Ya din źî kêm-zêde perên min he bun.
Bavê min wê gavê heftê salî bu. Wî diću karê înśeetê u kar u barên di bexćeyan da dikir.
Carina gava ew dîmenên dawiya salên 1987-8an tên bîra min, ez pirr bi kelecan dibim, ćavên min tîźî dibin.
Źi lanetê pê va tiśtekî din nayê bîra min.
Bi kurt u kasî, min di źiyana xwe da, bi ser hev da qendî źi dema du heftan zêdetir bavê xwe nediye.
Ez źi bavê xwe gelekî hez dikim. Merivekî bi kibîr u raśt e. Źi derewan qet hez nake, her tiśtê xwe heśkere dibêźe.
Gava ez li dibistana herêmî bum u kekê min źî ćuyî bu leśkeriyê, bavê min di girtîgehê da hînî hêllî/neynik ćêkirinê bubu, źibo ku ew bikarî bibe hêlliyan ćêbike, wan bifirośe u peran źi min u kekê min yê li leśkeriyê ra biśîne. Carcarina źi hepsa Sêvas’ê źi min ra sed pangnot/lîre diśand.
Ez źi bavê xwe pirr hez dikim.
Wî di demên herî berbat da źî xwedîtî li min kiriye.
Ez bi kirinên wî yên bavîtiyê kelegirî dibim.
Ez ê ćawan vê keda miqeddes źi bîr bikim?
Źiber ku ez di nav malbata me da zarokê herî bićuk im, ew źî li ref bavê min śuneke taybet digire.
Min dirêź kir.
Lê hîro li Kurdistan’ê zarok u malbatên kurdan di nav śertên gelekî derbeder da diźîn.
Ne yek, ne dudu, ne sisê.
Bi mîlyonan însanên me di bin hovîtiya tirk, ereb u farisan da cankêśî ne.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen