Mittwoch, 11. Dezember 2013

Rêwîtiya Bê Pentol Di Metroyan Da

Di van roźên dawiyê da hewa sartir bu.
Helbet hîn źî berf u baran tun e.
Dîsan źî ligorî vê demsalê bi têra xwa roź derdikeve u meriv dikare bedena xwa pê germ bike.
Tabî ne wekî tavê li Kurdistan'ê ye.

Min doh li ser ćalakiya bi navê No Pants Subway Ride nućeyek dît.
Ev can u canikên me li Emerîka'yê di bin sermaya bê bav da xwa rut u tazî dikin, pêra źî terrin di nav metroyên bin erdê da rêwîtiyê dikin.
Ćima derewan bikim, lotikeke qelekî maqul e.
Em pêśta li ser vê felesefeya canikan pićekî bisekinin.
Navê komê «Improv Everywhere» ye. Di sala 2001an da li New York'ê źi hêla xalê me yê śanoger Charlie Todd va hatiye orxenîze kirin.
Bi tevgerrên xwa yên sîvîl u aśtiyane gelekî balê dikiśînin ser.
Tê gotin ku sal bi sal heźmara wan zêde dibe. Di nav civakên li Ewrupê da źî canikên me xwa orxenîze dikirine.
Xal u xaltîkên me bi ćalakiya xwa ya bi navê No Pants Subway Ride pêśta li ciyekî navendî kom dibin u paśê źî kom bi kom dadikevin nav metroyên baźaran, l trênan sîwar dibin u dest bi ćalakiya xwa ya agirpêketî dikin.

Di nav trênan da tenê pentolên xwa źi xwa dikin u digel kesên din rêwîtiyê dikin.

Millet bi śiklekî ecêb l vê ćalakiya wan mêze dikin.
Ligorî fikira min ćalakiyeke pirr di cî da ye.

Xwazila bila li Kurdistan'ê źî protestoyên bi vî śiklî bihatina l dar xistin.
Ma kurd nikarin li ser bedenên xwa bi zmanê kurdî yê qedîm tiśtina binivîsînin u li hemberî dewleta tirkên qewad dengê xwa bilind bikin?
Dikariiin.
Helbet ewê kurd vê nekin.
Źiber ku civaka me di bin navê exlaq u nizanim ći u ći da puć buye u ćuye, buye qurbana exlaqa beredayî.
Mesela di nav śer da însanên xwa dan kuśtin ne tiśtekî zor e; êdî xwîn riźandin buye ćavkaniya bazirganiyê, buye bingeha siyaseta qaśo azat u filan u bêvan.
Ligorî exlaqa heeyî ya beredayî kuśtina însanan źi derxistina pentolê xwa bi exlaqtir e, bi namustir e. Herê dinyayê herêêê.

Bi sê telaqên źin- u mêrberdanê 'be ku heta ku ev aqil di van serên me da 'bin, źi me ra rehetî u xelasî tun e.

Keine Kommentare: