Min hîro di îternêtê da îlana pirtuka rêzmana kurdî ya Dal P. M. Garzoni dît.
Di kurdînasiyê/kurdoloźiyê da pirtuka rêzmana kurdî ya yekem
e.
Garzoni bi xwa li herêma Merdîn'ê qendî bîst salan keśetî
kiriye.
Di nav van salên dur u drêź da wî bala xwa daye zmanê kurdî u
ev pirtuka pîroz amade kiriye.
Gava di destpêka salên 1800an da zmannasên Ewrupî bi heebuna
yekîtiya zmanên hîndî-ewrupî hesiyann, bivêt-nevêt zmanên aryanî di lêkolînên
wan da roleke esasî lîst.
Źixwa belge u nivîsên herî kevin bi zmanên arî hatî bunn
ragiyandinn.
Di sêrî da źî pirtuka pîroz ya pêxember u fîlozof Zerdeśt,
Avesta, li hêla din źî pirtuka pîroz ya xelkê hînd, RigVeda, ćavkaniyên xwadêyî
bunn.
Helbet divêt meriv belgeyên bê heźmar yên sanskrîtî źî źi bîr
neke.
Bêguman bê zmanên aryanî ewê di zmannasiyê da beśa zmanên
hindî-ewrupî ti carî nekariya li ser nîgên xwa bisekiniya.
Bi sedan, bi hezaran zmannasan di pêśketina beśa zmanên
hîndî-ewrupî da lêkolînên pirr hêźa kirinne.
Van canikan heta hîro bi deh hezaran, bi sed hezaran gotar, pirtuk u kovar weśandinn, e.
Źi piśtî ku M. Garzoni vedigerre Îtelye'yê, ew wê pirtuka
rêzmana kurdî di sala 1787an da li Rome'yê dide ćap kirin di bin sernavê
«Grammatica E Vocabolario Della Lingua Kurda».
Ev pirtuk digel zmannasên Ewrupî bu'bu ćavkaniyeke pirr
girîng.
Bi saya vê pirtukê bu ku Ewrupe'yî bi zmanê kurdî hesiya bunn.
Pêhesiya bunn ku zmanê kurdî him zmanekî hîndî-ewrupî ye u
him źî di nav zmanên îranî da roleke bingehîn dilîze.
Di nav hemî lêkolînên ku paśê li ser zmanê kurdî hatinne kirin
da, ev pirtuk her u her buye pîvaneke bivêt-nevêt.
Întîbeya ku vê pirtukê di derbarê kurdan u zmanê kurdî da li
Ewrupe'yê hiśtiye, bê sînor e.
Gava min di sala 1995an da li zanîngeha Zürich'ê dest bi xwandina beśa
zmanên hîndî-ewrupî kir, min dil dikir ku hemî berhemên li ser zmanê kurdî u
kurdan berhev bikim.
Lê mixabin hingê gelek zor bu.
Texnîk hîn bi têra xwa pêśneketî bu wekî hîro.
Źi piśtî hindek hewldanên min, min dît ku ez ê tenê nekarim źi
bin vî barî derbikevim. Him maddî u him źî manevî ne pêkan bu.
Helbet dîsan źî min nekarî bi temamî dest źê berbidim, loma źî
min źi gelek pirtukxaneyên li baźar u welatên din yên li Ewrupe'yê gelek pirtukên li ser zmanê kurdî
sîparîś dann.
Yek źi wan pirtuka M. Garzoni bu.
Min źi Rome'yê rupelên ku wekî wêne hatî bunn girtin, sîparîś dann: 26.6.1997.
[Di eynî salê da min li ba zanîngeha Bern'ê źî qeyda xwa kir u dest bi xwandina beśa "Fîloloźiya Hîndî-îranî" kir.]
[Di eynî salê da min li ba zanîngeha Bern'ê źî qeyda xwa kir u dest bi xwandina beśa "Fîloloźiya Hîndî-îranî" kir.]
Źiber ku pirtuk pirr kevin bu u wekî berhemeke dîrokî dihate
parastin, nedidann ti kesî.
Źi piśtî demekê źi min ra ew wêneyên girtî hatinn.
Min paśê ew wêneyên girtî li pirtukxaneya Zürich'ê xistinn nav
makîneyekê u yek bi yek di nav ćend seetan da kopye kirinn.
...
Ev pirtuk aniha li bakurê Kurdistan'ê, źi hêla weśanên Avesta'yê
va źi nu va hatiye ćap kirin.
Bêguman karekî pirr pîroz e. Ez canikan pîroz dikim.
Divêt ne tenê ev pirtuk, hemî gotar u lêkolînên li ser zmanê
kurdî u milletê kurd yek bi yek werin peyda kirin, werin ćap kirin.
Tabî di vê meselê da divêt siyaseta kurdan di bin xizmeta vê
yekê da 'be, divêt siyaseteke Kurdistan'î were meśandin.
Bi ya min 'be divêt bi lez dezgehên netewî werin ava kirin. Heta ku
ekedemiyên li ser zmanê kurdî u ćanda kurd nehatinne ava kirin, ewê civaka kurd
av bi av herre, seqet bimîne, bimire.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen