Źiyan bi hemî reng u bê rengiyên xwa dimeśe u terre.
Hîro hewayeke nerm hee’ bu.
Rooź źî li ezmên dićiruskiya. Hetta min hîro źibo ćend deqqan
xwa daa ber rooźê źî.
Bi taybetî źî zivistanê meriv qîmeta rooźê baśtir dizane, źiber
ku pêwistiya bedena meriv b' rooźê hee ye. Bê rooź ne pêkan e ku meriv biźiy;
ewê him rewanî/ruhî u him źî bedenî nexwaśiyên xerabe di meriv da derbikevin.
*
Sibeh, yanî di 17.12.20012an da, roźa ceźna zmanê kurdî ye.
Li baśurê Kurdistan'ê bi resmî tê pîroz kirin.
Kêm-zêde di nav gelek kurdên źi hemî perćeyên Kurdistan'ê da ev
roź wekî roźeke netewî ya milletê kurd tê peźirandin.
Helbet haya min zêde źi pîrozbayiyên li Kurdistan'ê tun e.
Heger ez śaś nebim, bi hawekî fermî li her derê millet wekî
roźa netewî ya bav u kalan pîroz dike.
Herhal sibeh li baśurê Kurdistan'ê her der tatîl e źî.
Bêguman, divêt kurdên li her ćar perćeyên Kurdistan'ê
xwadîtiyê l nirxên xwa yên netewî bikin.
Bi saya xwadîtiya l van nirxan millet dibin millet, ne bi
îdeoloźiyên beredayî.
Lê mixabin di nav partiyên me da hîn gêhiśtineke netewî tun
e.
Hîn źî di dema cehelatiyê da diźîn, hîn źî keda milletê kurd
di ber despotîzm u feśîzma xwa ra dikin qurban.
Tevî ku di siyasetê da têkćunne źî, bi ćavxwîniyeke bê sînor
ha ha keć u xortên kurd didin kuśtin. Li ser xwîna wan despotîzm u feśîzma xwa
ava dikin.
Mesela li bakurê Kurdistan'ê milletê kurd di nav refên PKKê
da bedêleke mezin daye, hîn źî dide.
Lê ći elemet e ku ev PKK źi dewleta tirkan bêtir źi ALA RENGÎN
nefret dike.
Ćima vê dike?
Di vir da menfeetên konseya PKKê u A. Öcalan di ser her tiśtî
ra ne, loma.
Her tiśt li ser înkarkirina zman, dîrok u ćanda milletê kurd
ava kirinne, li ser tirkîzma xwa ava kirinne.
Bêguman, ewê di bin da bifetisin. Em ê vê bi hev ra bibînin.
Yê ku ewê serbikeve wîcdana dîrokê ye, wîcdana milletê kurd
e.
Partiya ku ALA milletê
kurd qebul nekiriye, keć u xortên kurd kiriye diźminê ALA bav u kalên xwa,
nikare xwadîtiyê li pîsikekê źî bike.
Mesela li bakurê Kurdistan'ê keć u xortên di nav BDPê da, di
nav semtpetîzanên PKKê da heyraniyeke ewqas bê sînor źibo taximên tirkan ćêkirinne
ku, meriv li śuna xwa dicemide.
Źibo Galatasaray u Fenerbahće’ya tirkan xwa dikuźin.
Gelo kî sebeba vê kultura bê śeref e?!
Gelo kî vê qewadiyê tolere dike?!
Di hevpeyvînên xwa da A. Öcalan ha ha heyraniya xwa ya źibo
Galatasara’yê taniya zmên. Hetta hetta di derbarê źiyana śexsî ya googlîzeran
da tehlîlên qerase dikir.
Drêź nekim, ti derê ku meriv bikare pêbigire, tun e. Bi temamî
źi hev ketiye.
*
Ez bi kurtî dîsan werim ser ALA RENGÎN.
Em źibo ALA RENGÎN dibêźin ALA KESK U SOR U ZER źî.
Di vir da «zer» rengekî «zêrîn» temsîl dike, ne rengê «zer»
yê ku em dizanin, e.
Źixwa peyva «zer» u «zêr» eynî peyv in u źi heman peyvê tên.
Dîrekt źi zmanê hîndî-ewrupî tên.
Tabî hîro ev gotina «kesk u sor u zer» di esl u feslê xwa da «heftreng»ên di dema kurdiya kevin da temsîl dike.
Di dema kurdiya kevin da wekî «*hafta-ringa-» bu.
Di Aveste'ya pîroz da wekî «haptō-iringa-» hatiye tomar
kirin. Digel wergerra Avesta'yê ya l pehlewî źî ev peyv girtinne u wekî «haftōrang»
xistinne nav pehlewî.
Zêde pêda nerrim. Hemî nirxên di nav zman u ćanda milletê
kurd da xwadî bi hezaran salan e.
Yên ku li hemberî van nirxan bê hurmetiyê dikin, înkar dikin,
ewê yek bi yek binbikevin.
Li źêr ez dixwazim bi vê roźa pîroz va girêdayî ćend wêneyên ALA RENGÎN źî belav bikim.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen