Hîro di Facebook’ê da
kurdan ha ha nućeyên li ser mirina Nelson Mandela belav dikirin. Hîn źî
dikin.
Hîn ewê heta kengê belav bikin, tenê xwadê dizane.
Hema hema min qet kesek nedîtiye ku di derbarê mirina kurdekî
netewperwer da ewqas li ber xwa ketî bibe.
Yanî ne girîng e ku kî ye, zixwa ewqas kalikên me bi
xwînxwarî hatine kuśtin.
Źin u zarokên me yek bi yek, kom bi kom hatine kuśtin, him źî
bi wehśeteke bê sînor.
Hîn źî roź derbaz nabe ku xwîna milletê kurd yê belengaz neyê
riźandin.
Helbet hîn bi hezaran zilmên cihê u cihê hee ne ku l milletê
kurd tên kirin.
Lê mixabin ne xema van canikan e.
Wekî pelê li ber bêê (baayî) ne, herkes ligorî menfeetên xwa
pê ra dilîze.
Divêt ćewt neyê fam kirin, helbet ku ez bi mirina N. Mandela
kêfxwaś nebum.
Ez bi xwa N. Mandela nas nakim.
Bi navbera medyayê di min da źî li ser śexsê wî fikirek ćêbuye
u ewqas.
Ez dibêźim di nav têkośîna xwa ya bi salên dur u drêź da
qîmeteke dîrokî ya xelkê Efrîka’yê ye.
Źibo xelkê xwa li ber xwa daye, ti carî di bin destê
zilimkaran da bi navê siyaseta qewad îxanet l xelkê xwa nekiriye, ti tiśt negotiye
ku zilimkar li hemberî xelkê wî bi kar b’înin.
Li ser seran u ser ćavan.
Hurmet u rêz.
Lê ez nizanim kurd ćima źi qralên xelkê qraltir dibin?
Ma kurd mecbur in ku di ber her tiśtê xelkê da bikin ewteewt?
Naaa, ti mecburiyetek tun e.
Bersîv ne zor e.
Kurd di bin kompleksên xwa yên takekesî, komî u milletî da
gemar bune.
Źibo ku bikarin źi van kompleksên takekesî, komî u netewî
xelas bibin, ći li ser bazara desthilatdaran di rewacê da ye, digirin u dikin
beniśta ewteewtê ya di devên xwa da.
Daku bila xelkê alemê bibêźe, «Hahooo, we dît, ka hele binêrin
kurd ći însanên qerase ne, hema źibo herkesî śurê xwa dikiśînin u dadikevin ser
qadê.».
Bawer bikin ku îflehbuna kurdan ne mimkun e.
Di pêśeroźê da ti kesê ku bikare tiśtina bide kurdan źî tun
e.
Kurd di destê siyasetvanan da bune wekî naxirê eraq vexwarî.
Heger di nav nifśên li Ewrupê yên ku di nav partiyên kurdan
da puć u gemar nebune, ćend kes derketin, derketin, wekî din bila kes li benda
hêviyan nemîne, bila kes xwa nexapîne.
Di rewśeke weha da, herkes nabe qehremanê belaś yê xelkê alemê.
Qaśo siyasetvan u partiyên kurdan źî hee ne, ew dikarin li
ser wefeta Mandela temsîlen hêś u xemgîniya xwa u ya milletê kurd li peś raya
giśtî b’înin zmên.
Ma wekî din ti kar u barê van kurdan nemaye ku herkes li ber
Mandela porê xwa rut dike?
Lawo, va ye Kurdistan buye doźeh, ka hele tasek av b destê
xwa bixin u bibezin hariyariyê.
Mebesta min ya bi «tas»ê ne ćek u filan u fistix e, bîlekîs
bi kanîna xwa ya śexsî xizmeta zman, ćand, dîrok u welatê xwa ye ...
*
Ez ê sibeh herrim Elmenye’yê, herrim baźarê Stuttgart’ê, źinbrayê
min hatiye cem malbata xwa. Dayika wê emeliyet buye. Her weha du xwang u brayekî
wê źî li wir in.
Źi berî pênc salan careke din źî hatî bu.
Qet nebe min ew di nav van bîst u pênc salan da ćend caran dît.
Hahooo, ez źi ku hatim ku, qaśo ez ê li ser xewna xwa ya śeva
buhurî bisekiniyam.
Xewn him bi hêś u him źî bextewar bu.
Li ber deriyê mala me ya li Erzingan’ê bu.
Li ber dara gilyasê ya ku puć dibu li ser ćokan disekiniyam,
u dinaliyam ...
Di nav xewnê da bi xort u kećên ku li dor min bu, bi kurdî
peyîviyam ...
Bi salan e ku ez qet di xewnên xwa ne’axiviya bum ...
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen