Samstag, 21. Dezember 2013

Qasimpaśalî, Cemeeta Gulen U Halê Kurdan



Hîro roźa herî kurt e, hîśev di seet 00:03 da rooź digêźe noxteya xwa ya herî kur.
Tabî her sal di eynî roźê, seet u deqqeyê da pêk nayê.
Yanî roź źî herhal pićekî kêfćî ye.
Tevî ku vê zivistanê heta aniha hewayeke pirr sar nehat źî, ez bi drêźbuna roźan kêfxwaś im.
Źixwa di van roźên pêś me da ewê hewa heta 10 pileyan derbikeve. Xwadê daa me.
*
Vê gavê Qasimpaśalî u cemeeta Gulen beg l hev didin.
Êdî kî źi vê pevćunê bi saxî yan źî birîndar xelas dibe, ez nizanim.
Di rastiyê da sebeba pevćuna van xwînxwaran ći ye, hîn źî źibo min tam zelal nîn e.
Min bi xwa zêde êhtîmel nedidaa ku źi berî hilbiźartinan di navbera wan da śerrekî hilo agirpêketî derbikeve. Herhal tesedufên nepayî źî pićekî bunn sebeb.
Tabî divêt ćîroka vê yekê hee’ ’be.
Kî ći temsîl dike, ćima dike, hêsaba xwa ya bazarê li ser kurdan ćawan/ćiton dike, wê źî nizanim.
Diźmin in, helbet ewê di xêra me da tiśtekî baś nekin.
Bivêt-nevêt źi berî hilbiźartinan ćêbuna vê yekê, ewê di nav siyasetê da gelek firsend u tehlukeyan źî bi xwa ra b’îne.
Ez bawer nakim ku źi aniha u pê va Qasimpaśalî di hilbiźartinan da wekî berê bikare źi sedî pêncî dengan bigire. Meriv nikare hêza cemeetê ya di nav AKPê da înkar bike. Îcar halê Qasimpaśalî pirr xerab e, pirr cîddî ye.
Loma źî dibe ku di van mehên pêś me da hevkariyên nu ćêbibin.
Źi doh va ye ku di medyaya sosyel da du wêneyên girtî yên A. Öcalan belav dibin.
Qasî ku xuya dibe, BDPê bi xwa ev nekiriye, bîlekîs hêzên din kirinne.
Kê źibo ći kiriye, ne zelal e.
Dibe ku Qasimpaśalî kirî ’be, źibo ku roźevê tevlihev bike u bala raya giśtî źi gendeliyên ku di nav partiya wî da ćêbunne, dur bixe.
Lê helbet dibe ku destê cemeeta Gulen źî di nav da hee’ ‘be, źibo ku bikare di nav tirkên qewad da dengên xwa zêde bike, derbeyekê l Qasimpaśalî bixe.
Kêm-zêde di nav vê siyaseta li ser bazar u sofreya guran da hemî hêzên li hundir u źi der va A. Öcalan u PKKê wekî piyon bi kar tînin. Baweriya min qet pê tun e ku PKK bikare źi vê yekê îstîfede bike. Ev mesele meseleyeke gelekî girîft e, źibo ku meriv bikare digel hêzên din qayîśê bikiśîne, divêt di destê meriv da kesên pirr źîr u zana yên di gelek beśan da hee‘ ’bin. Lê mixabin ew źî ne doh hee’ bunn, ne hîro hee ne, u ne źî ewê sibeh hee’ ’bin.
Źiber ku PKKê ti carî qîmet nedaye vê yekê u di nav xwa da sîstemeke totelîter u despot ava kiriye. Ćawan PKK pê mezin buye, ewê bi eynî śiklî źî di bin da bimîne. PKK mezinbuna xwa bi îdeoloźî u aqilê xwa va girê dide. Lê di rastiyê da ev ne rast e. Di serketina PKKê ya heta aniha da pirsgirêka me ya «netewî» buye sebeba mezinbunê.
Kurd azadiya xwa, welatê xwa dixwazin, loma piśtgiriya xwa didin PKKê, ne źibo filan u bêvan îdeoloźiya beredayî.
Baś yan źî xerab, demên wekî śîr u śekir yên PKKê li paś manne.
Yan PKK ewê siyaseteke netewî bimeśîne u yan źî ewê av bi av herre. Di bin van śert u mercan da bawer nakim ku PKK heta sala 2020an bikare hêza xwa biparêze.
Źixwa źi piśtî Suriye’yê di dorê da Îran hee ye. Tevî ku PKK dibêźe l diźî dagirkeran śerr dikim źî, dîsan źî mittefîkên PKKê yên herî esasî Îran u Suriye ne (Esad e) ...
Lê ew źî li ser maseya pokerê ne u kertên wan źî pirr xerab xuya dikin, źi derî blofkirinê pê va tiśtekî camêran di destên wan da nemaye.



Keine Kommentare: