Dienstag, 3. Dezember 2013

Mar Mar E, Ći Źin E Ći Mêr E

Hewa bi têra xwa sar e li Zürich'ê.
Meriv nikane zêde li der tiśtina bike.
Xwadê bike wekî zivistana buhurî heta nîvê meha temuzê berdewam neke.
*
Min doh nivîsek bi resimeke źinên aîdî rêxistina FEMENê belav kirî bu.
Di nav ćend koman da nivîsa min hate rakirin, źiber resima tê da.
Yanî xaltîkên me yên Yukreyne'yî li ber balyozxaneya Yukreyne'yê ya li Parîs'ê bi ser resima serokwezîrê xwa da mîz dikirin.
Yanî ćalakiyeke gelek normel u pasîv l dar xistî bun.
Ev cure ćalakî li seranserê cîhanê hindî pirr normel in.
Bêguman di pêśeroźê da kêm-zêde ewê tenê prostestoyên weha aśtiyane u pasîv bikarin di nav civakan da xwa îddîa bikin.
Bi taybet źî li welatên pêśketî.
Mesela Ghandî źî li hemberî kolenyelîzma înglîzan ćalakiyên pasîv orxenîze dikir. Bi saya wan ćalakiyan e ku înglîz mecbur man ku Hîndistan'ê terk bikin.
Li her derê cîhanê gelek mînakên bi vî hawî hee ne.
Ćênabe ku meriv źi bîr bike, di gêśtina armancên xwa da meriv bi sed hezaran rê u metodan dikare bi kar b'îne.
Huner di vir da źîriya meriv va girêdayî ye.
Zor bi kar hanîn him riya herî hêsan u him źî ya herî bi xeter e.
Rastiyeke me ya xwezayî ye, źin bi zêdeyî dixwazin bi ćalakiyên pasîv daxwazên xwa di roźevê da bihêlin. Źixwa hêza źinan ya bedenî rê nade ku di nav civakeke bi mêran va dagirtî ye da, zorê bi kar b'înin.
Loma źî di nav van śertên heeyî da wekî din ti ćareya źinan tun e.
Yanî źin dixwazin ćalakiyên pasîv u mêr źî bi ćalakiyên śîddetane bigêźin armancên xwa.
Tabî di nav van ćalakiyan da carina źin mêran źibo ćalakiyên pasîv, lê carina źî mêr źinan źibo ćalakiyên bi śîddet qanî dikin.
Digel ćalakiyên bi śîddet mirin u kuśtin dibe mecburiyetek.
Yanî bivêt-nevêt xwîn tê riźandin. Helbet her tiśt bi vê yekê źî namîne, îcar meriv źi daxwazên xwa yên di destpêkê da bi hêdîka dur dikeve u hemî siyaset u mentixa xwa li ser riźandina xwînê ava dike.
Vê gavê rewśa me kurdan eynî weha ye.
Hetta hetta me her tiśt ewqas l hev xistiye ku, em zarokan źî di ber vê siyaseta bê mêźî u qetîl ra dikin qurban u paśê źî propexendeya siyaseta xwa u serokên xwa dikin.
Śerm nemaye.
Rezelat źi hemî sînoran derbaz buye.
Drêź nekim ...
Li Kurdistan'ê pêwistî bi însan u dezgehên ku mafên milletê kurd bi ćalakiyên pasîv dixin roźevê, hee ye.
Mesela meriv dikare li hemberî hemî dibistanên tirkên qewad protestoyan l dar bixe.
Tirk ti carî nikarin ewqas zilmê bikin. Ewê li seranserê cîhanê rezîl u riswe bibin, ewê źibo kurdan piśtgiriyeke pirr mezin derbikeve holê.
Bi zanîna min haya ti kesî źi zilma ku tirk li ser zmanê kurdî didin meśandin, nîn e.
Ćima em vê yekê di qada navtewî da naxin roźevê?
Mesela min heta aniha źî nedîtiye ku li Ewrupê u seranserê cîhanê protestoyeke bi vî hawî hatî 'be l dar xistin.
Lê źibo A. Öclan bi sedan prostesto ...
Ev seqetiya mêźiyê civaka me nîśan dide.
Ev nîśana faśizm u despotîzma siyaseta di nav kurdan da ye.

Mesela me xaltîkên di nav FEMENê da bun.
Baś tê zanîn ku protestoyên van xaltîkan sed hezar carî bêtir di nav civakên din da deng vedidin.
Sempatiyeke mezin dibînin.
Tevî ku zêde hêviya min tun e źî, lê divêt źinên kurd źî bikarin ligorî nêrînên xwa ćalakiyên pasîv l dar bixin.
Resim: Śênê Ezîz,
 śahciwana Kurdistan'ê, 2012.
Lê mixabin źinên me di ber siyaseteke faśîzan u despot ra têne qurban kirin, qaśo źina azat tê hafirandin di bin faśîzm u despotîzmê da.
Min dîsan drêź kir.
Dixwazim vê bibêzim:
«Mar mar e, ći źin e ći źî mêr e», herê welleh u billeh.
Bila ev źî bibe diyariya min l zmanê kurdî u l źinên kurd.

Keine Kommentare: