Sonntag, 15. Dezember 2013

Nexśeya Kurdistan’a Mezin Buye Milozim



Tê gotin ku mixefeleta tirkan hêriś biriye ser partiya Qasimpaśalî u gotinne hindek can u canikên we ferhenga tîcaretê ya bi zmanê kurdî amade dikin u nizanim ći u ći.
Tabî can u canikên me di bin tohmeta wan bergîlan da nemanne u gotinne, towbe ku tiśtekî hilo hee ye yaw, waaa.
Hun źî dibînin, tirkên segbav ćawan źi zmanê kurdî ditirsin.
Nikarin l peyveke kurdî źî tehemul bikin.
Helbet źi me baśtir dizanin ku zman źibo neteweyekê tê ći mehnê.
Ya rast zman kîmyeya hemî netewan ya heebun u tunebunê ye, loma źî bê hemdî miloziman/kabusan dibînin.
Źi derî zmên ti tiśtekî din tun e ku neteweyekê li źiyanê bihêle, wê źi mirinê xelas bike.
Źiber vê yekê ye ku neteweya ku siyaseta zmanê xwa ya mîllî u gerdunî ava nekiriye, mehkumî tunebunê ye.
Di bingeha rewśa civaka kurd ya têkćuyî da nebuna siyaseta zmanê kurdî hee ye.
Tirk, ereb u farsên niźatperest di mêźiyên partî u siyasetvanên kurdan da mentixeke ewqas seqet ava kirinne ku, meriv bi ćav u guhên xwa śaśo-maśo dibe.
Mesela A. Öcalan źi roźnamevanên tirkan ra bi śiklekî źi xwa memnun digot, «Źi piśtî śoreśê źî em ê 40 salan zmanê tirkî bi kar b’înin.».
Helbet haya A. Öcalan di vê meselê da qasî mîlîgramekê źî źi rastiya psîxoloźîk u sosyoloźîk ya însan u civakan tune bu u tun e, loma bi van fikirên menîpulekirî gotinên ku tirkan pê didann gotin, roź bi roź bu sebeba esîmîlesiyoneke bê pîvan u bê sînor ...
Di nav hemî dîroka cîhanê da ti mînakeke hilo nîn e ku milletekî źi piśtî têkćun u mirina zmanê xwa kaniya ’be źi nu va zmanê xwa bide źiyandin.
Źixwa ne pêkan e źî.
*
Di nav van ćend roźên dawiyê da tirk u ezeriyên bê bav rabunne ser tapanan.
Di kenela têlevîziyona Rudaw’ê da can u canikên me di bultena nućeyên hewayê da nexśeya Kurdistan’a mezin nîśan didaye.
Tabî tirk u ezeriyên niźatperest hetikînne.
Êêê, ma tirk dikarin bê deng bisekinin bavê mino.
Wezîrê parastinê yê Tirkiyê  ku qantirekî temam e – gotiye, «Em wê nexśê cîddî nagirin.».
Qey meriv dibêźe xema me bu.
Bê namusan bi hezar u yek zilman him welatê me dagir kirinne, him her tiśtê me tarumar kirinne, him źî welatê me kirinne yê xwa, îcar rabunne qaśo bê heqqiya ku me l van qewadan dikiriye, dikin qîźźewîźź.
Bêguman śexsiyeta meriv li ser tecrubeyên ku ev roźane dike, ava dibe.
Di źiyana wî kesî da ew kes ći diźiy, ći tecrube dike, wan źî temsîl dike.
Źiber vê yekê ye ku tirk, ereb u farsên niźatperest u feśîst rê nadin ku kurd di nav źiyana xwa da tecrubeyên bi zman u ćanda xwa bikin, tecrubeyan bi al, nexśe u siruda welatê xwa bikin ...
Lê li hêla din źî bi hemî hêz u zorê milletê kurd bi zman u ćanda xwa miźul dikin, kurdan mecbur dihêlin ku tecrubeyên xwa bi zman u kultura tirk, ereb u farsan bikin.
Ev textîkeke pirr bê bav e.
Însanan źi niśkê va nakuźe.
Bi hêdîka dikeve nav beden u mêźiyên wan, wan di nav demê ra, źi piśtî salên dur u drêź, bêyî ku meriv pićekî pê bihese, dikuźe.
Źixwa halê me kurdan ya hîro îspata vê yekê ya zindî ye.
Di nav van nod salên dawiyê da źi 35 mîlyon kurdên li bakurê Kurdistan’ê 30 mîlyon bi temamî asîmîle kirinn.
Yên ku li paś manne źî tenê pênc mîlyon kes in.
Lê di nav wan pênc mîlyon kesan da źî zêde kes saxlem nemanne.
Heger bi vî hawî bimeśe, heger bi lez tedbîrên esasî neyên girtin, li dor salên 2020an ewê êdî zmanê kurdî di teoriyê da bibe zmanekî mirî.

De paśê ew partî u serokên ku nikarin du berixikan źî xwadî bikin, bila herrin bi zmanê tirkên xwa zmanê kurdî xelas bikin, ka ewê ćend kesan qanî bikin.


Keine Kommentare: