Baś tê zanîn, di nav śêêrr/śerrî da bi taybet zarok u źin zirarê dibînin.
Taybetmendiyeke dagirkeran e, terrin ku bila herrin, «fuhuś u tecawîz» di nav xelkên binxistî da streteźiyeke wan ya esasî ye.
Helbet ev fuhuś u tecawîz tenê di nav sîvîlên li der da nayên kirin, dîsan di nav girtiyên di nav hepsan da źî sîstema xwa ya tecawîzkirinê bi zor u zilmê prextîze dikin.
Ne tenê źi hêlekê va, lê bi hemî hêlan va dixwazin li Kurdistan’ê u di nav kurdên ku li baźarên tirkan belav bunne da rencîdekirina xurura kurdan pêk b'înin.
Kirinn źî.
Hîn źî dikin. U ewê her u her bikin źî.
Kirinn źî.
Hîn źî dikin. U ewê her u her bikin źî.
Di dema zilma li hepsa Amed'ê ya di salên 1980an u b vir da kêm girtî źi tecawîzên tirkan xelas bunne, ći keć, ći źin u ći źî mêr. Źiber van tecawîzan gelekan źi wan xwa kuśtinne.
Lê bi heśkere li ser nayê axaftin.
Di nav van 30-35 salên dawiyê da gelek kurd mecbur mann ku gund u navćeyên xwa terk bikin. Tirkan bi zanetî gundên wan wêran kirinn, daku ew kesên ku li źiyanê mayînne, bar bikin u herrin.
Eynen wilo źî bu.
Li dor pênc hezar gundên kurdan tarumar bunn.
Li dor pênc hezar gundên kurdan tarumar bunn.
Bi van barkirinan tirkan derbeyeke pirr xedar li milletê kurd xistinn. Di nav hemî milletan da gundî gerentiya zman u ćanda wî milletî ne. Derbeya xedar ya li ser gundiyan bi tunebuna wî milletî va yek e.
Li dor pênc mîlyon kurd ćunn li deverên nenas cî bunn.
Tabî vê yekê rewśa aborî ya kurdan felc kir.
Kurd li nav baźarên Kurdistan’ê u li yên tirkan ketinn nav halekî pirr berbat.
Źiber gelek hegerên cihê yên siyasî rewśa wan ya maddî roź bi roź xerabtir bu.
Mixabin dezgehên ku bi navê kurdan radibunn źî li hemberî vê śerpeziya bi lanet bê xîret bunn.
Tevî ku heta hîro stetîstîkên fireh u zanyarî nehatinne kirin źî, gelek keć u źinên kurd mecbur manne/dimînin ku laśên xwa bifrośin.
Tevî ku heta hîro stetîstîkên fireh u zanyarî nehatinne kirin źî, gelek keć u źinên kurd mecbur manne/dimînin ku laśên xwa bifrośin.
Di nav gelek malbatan da ev tiśtê ku dihate u tê kirin, mîna ku qet nebuye u nabe, tê piśtguh kirin.
Źiber ku ti tercîheke din nemaye u tun e.
Źiber ku ti tercîheke din nemaye u tun e.
Tê gotin ku êdî di vî warî da bazareke mezin ćêbuye.
Mesela kurdên me yên ku źi roźavayê Kurdistan'ê reviyanne u hatinne bakurê Kurdistan’ê, ćunne baźarên tirkan, rezîl u riswe bunne. Keć u źinên kurd bi hezar u yek lîstikan dikevin/dixin destê mafyeya laśfrośiyê.
Nebuna dezgehên kurdan yên mîllî karê vê mafyeyê ewqas rehet kiriye ku, êdî pêwistî bi tirsa źi ti ciyekî nemaye. Loma źî her tiśt li ser bazarê heśkere ćêdibuye.
Bêguman meriv nikare l wan malbatan, keć u źinan rexneyan bike u bi dilekî haś xwa źê xelas bike.
Bêguman meriv nikare l wan malbatan, keć u źinan rexneyan bike u bi dilekî haś xwa źê xelas bike.
Źixwa heqqê siyaseta kurdan qet tun e. Qasî tirkên segbav, partî u siyasetvanên kurd źî źi vê yekê mesul in.
Di nav vî śerrî da hemî îmkanên źiyanê yên van însanan hatinne tarumar kirin, źi derî laśfrośiyê ti tiśtekî din źi wan ra nehatiye hiśtinn.
Helbet źi vê rewśa bi vî hawî qasî gramekê źî aciz nîn in, berevaźî pê kêfxwaś in źî.
Tirk him bi wêrankirina Kurdistan’ê, tarumarkirina civaka kurd u him źî bi bikaranîna keć u źinên kurd yên źibo zewqa xwa źi rewśa heeyî gelekî memnun in.
Lê sekina partî u siyasetvanên kurd di ser hemî qewadiyan ra ye.
Li śuna nexwaśiya ku di nav millet da belav dibe, roź bi roź kîmyeya milletê kurd xerab dike, ew hêsabên xwa yên siyasî dikin. Źi halê xwa ewqas memnun in ku, bi îdeoloźiyên herî segbav li dor maseyan qala siyaseta xwa ya gerdunî, unîversel, înternêsiyonelîst u sosyelîst dikin, qala rêberên xwa yên bê dem u bê sînor dikin, tevî ku b kêrî miśkekî źî nayên.
Ez pêśeroźa van rêberên belaś qet naxwazim b'înim ber ćavên xwa źî, ewê di bin îfedeya hêsaba xwa ya giran da feleket bifetisin, ev dîyar e.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen