Karê min hîro pićekî zêde bu.
Vê sibehê zu rabum u ćum klînîkê.
Tevî ku di navberê da qasî ćar seetan taliyek/valayiyek ćêbu źî,
heta vê hêvarê źî li klînîkê bum.
Tiśtekî taybet pêk nehat.
*
Dibêźin Meclîsa Tevgera Zman U
Perwerdeya Kurdistan'ê, Śaxê Ewrupe'yê, li baźarê Bruksel'ê civîna xwe ya yekem
di 30yê meha miźdarê da l dar xistiye.
Gelek śexs u dezgeh tev lê bune.
Ev civîn li avayiya StêrkTVeyê ćêbuye.
Can u canikan gelek qerar girtine.
Daxwaza ku li Ewrupê di derbarê zmanê kurdî da tiśtina bikin,
hee' 'buye.
15 medde rêz kirine.
Lê gava min ev meddeyên rêzkirî xwandin, źixwa śorbebuna
meselê zelal bu.
Ev kes u dezgehên ku bi navên filan u bêvan înstîtutan tev lê
bune, bawer bikin nikarin kerekî źî îdare bikin bi vî aqilî.
Haya camêran qasî gramekê źî źi cîddiyeta meselê tun e, źi
esasîbun u girîngiya zmên tun e.
Rabune bi van kesên ku pênc quruś nakin, civînan ćêdikin,
birryaran digirin, lê paśê źî źi bîr dikin.
Źixwa ev civînên zmanê kurdî źî źi xwa ra kirine aleta
despotîzm u faśîzma xwa.
Di hemî civînan da źî bune temsîldarên siyaseta lastîkbuyî.
Sloxenên bê mehne tavêźin, dilê xwa pićekî haś dikin u
terrin.
Helbet ćênabe ku meriv di van civînan da wêneyeke A. Öcalan
dardaneke, ćênabe ku bê «biźî serok Apo!» bi dawî bibe.
Źixwa birryarên ku tên girtin em baś dizanin.
Berê źî bi dehan birryar hatin girtin, lê tenê yek źî di
źiyanê da pêk ne'aniyan.
Mesela qaśo ewê BDPê di nav xwa da tenê kurdî bi kar b'aniya.
Demekê li Ewrupê źî birryareke hilo hatî bu girtin. Ćênebu.
Źiber ku famdarî tun e. Her tiśt buye qurbana sloxenên belaś.
Meriv hew dikare bi cahilên dema neolîtîk di vê dema modernok
da kevirekî źî li śuna xwa bide livandin.
Helbet eynî can u canikên me di terorîzekirina têkośîna
milletê kurd da bê emsal in.
Têkośîna milletê kurd źiber van kesan hîro di vî halî da ye, doza
milletê kurd źi derî baśurê Kurdistan'ê pênc quruś źî nake di qada navnetewî da
...
Cemil Bayik di hevpeyvînekê da gotiye, «AKP u cemeeta Gulen źibo
ku hêza desthilatdariyê b dest bixin, her tiśtî źibo xwa rewa dibînin. Lê źiber
vê yekê ye ku bi tevayî źî qilêr bune, ... Li Kurdistan'ê bi saya dibistanên cemeeta Gulen asîmîlasiyoneke bê sînor pêk hanîn ...».
Ya rast di van gotinan da miźara bi asîmîlasiyonê va girêdayî
min eleqedar dike. Źixwa meseleya «hêza desthilatdariyê» normel e. Di vê meselê
da bawer nakim ku PKK źi AKPê u cemeeta Gulen kêmtir 'be. Loma źî ne pêwist e
ku meriv li ser bipeyîve. Gotinên erzan u eźitetîv in. Va ye yên ku li Roźava
em źi derî xwa ti hêzeke din qebul nakin, dibêźin, bi xwa ne. Źixwa li perćeyên
din źî eynî śorbe ye ...
Lê em werin ser asîmîlasiyonê.
Temam, cemeeta Gulen bi wan dibistanan zarokên kurd roź bi roź
asîmîle dike, zmanê kurdî di kokê da dibirre u dikuźe ... Tabî meriv hîn dikare
bi hezaran tiśtan lê zêde bike.
Diźmin e, karê xwa dike. Źi vê normeltir źî tiśtekî din tun
e.
De hun werin em pirsekê źi Cemil Bayik bikin.
Ma we li hemberî vê asîmîlasiyona AKPê u cemeeta Gulen ći kiriye? Ma asîmîlasiyona ku PKKê li Kurdistan'ê kiriye, qey źi ya ku
AKPê u cemeeta Gulen kiriye, kêmtir e?
Di van sî salên dawiyê da du hêzan xelkê kurd asîmîle kiriye (tabî kemalîstên qewad źî heta sala 1980an ev kar bi hemî zilma xwa kir).
Yek AKP u Cemeeta Gulen e, ya din źî PKK bi xwa ye.
Hêzekê bi navê tirktî u îslamê u ya din źî di bin navê kurdîtî
u sosyelîzmê da kiriye.
Ti ferx di navbera her du hêzan da źî tun e.
Tiśtê ku hatiye kirin, ew źî asîmîlekirina milletê kurd e, kê
źibo kê u ći kiriye, bê mehne ye.
Hetta hetta kurdên ku di bin navê misilmantiyê da girêdayî
AKPê u cemeeta Gulen in, źi kurdên ku di bin navê sosyelîzmê da girêdayî PKKê
ne, sed carî baśtir xwadîtiyê l kurdî u ćanda xwa dikin.
Bêguman di vir da aletên siyasî yên cihê têne bi kar hanîn.
Ew źî min eleqedar nake.
Tiśtê esasî encam e: «Konkret qezenca me wekî kurd ći ye? Ma
me heta hîro kaniye rê li ber asîmîlasiyonê bigirin?».
De hun binêrin, îcar ew PKK rabuye źibo hilbiźartinên di sala
2014an da źineke kurdînezan (Gülten Kiśanak) li Amed'ê wekî namzed nîśan dide.
Aha źi me ra bê cîddiyetî.
Aha źi me ra siyaseta belaś.
Aha źi me ra bê cîddiyetî.
Aha źi me ra siyaseta belaś.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen