Źi doh va ye ku mekîneya ćapê ya li malê naxebite.
Reng xelas buyî bu. Min hîro ću tupa rengê reś kirrî, lê
dîsan źî nayê ser îmanê.
Ev nameyên ku min nivîsîn u dixwast biśînim dezgehên
eleqedar, hilo di mêźîlokê/kompîrutê da man.
Divêt ez bi lez vê bê baviyê ćareser bikim. Min źi berî ćend
mehan USBeyek kirrî bu, lê ći ecêb e xuya nabe. Ewqas lêgerriyam, dîsan źî min
nekariya bibînim.
*
Di nućeyekê da dihat gotin ku xaltîkên me yên źi rêxistina
FEMENê dîsan bombeyek teqandine.
Vê gavê dibêźin li Yukreyne'yê siyaset pićekî paśupê buye,
serokwezîrê camêran dixwaze ku źi yekîtiya Ewrupe'yê derbikevin.
Lê millet bi tundî redd dikiriye.
Tabî xema mêro nebuye, nedixwastiye ku dest źi lotika xwa
berbide.
Êêê, ma źi vê baśtir firsend dibe źibo xaltîkên me yên
FEMENî, hi?
Naaa, bi serê xaltîka min Fatê ya femînîst 'be ku źi vê baśtir
firsend nabe.
Helbet ne diyar e ku xaltîkên me ćima li Parîs'ê dane ber
lotikan.
Dibêźin xaltîkên me namusa serokwezîrê Yukreyne'yê kirine pênc
quruś.
Xaltîkên me li Parîs'ê ćune ber balyozxaneya Yukreyne'yê,
resimên canim cîgerim Viktor Yanuković derxistine, bi her du destên
xwa kîp pêgirtine u b ser da mîz kirine.
Herê welleh u billeh.
Êdî xalê me Viktor
Yanuković źi piśtî vê lotika nedî îfleh dibe yan źî nabe, kes nizane.
Ez aniha xwa bi xwa ra dibêźim, ći buye ku ev xaltîkên me
carekê źî berê xwa nadin Kurdistan'ê, ćend źinên kurd źî orxenîze nakin u b ser qirika wan siyasetvanên qaśo kurd yên taśeron u kemalîst da bernadin?
Źixwa źi piśtî xwarina śorbeya nîskê u îsotên źi Riha'yê kes
nikare rê li ber xaltîkên me yên FEMENî bigire.
Bi xwadê ewê her derê bikin wekî deśta Herran'ê.
De bila xwadê xaltîkên me yên FEMENî źi serê me kêm neke, yeka dilê wan neke dudu, ihi.
De bila xwadê xaltîkên me yên FEMENî źi serê me kêm neke, yeka dilê wan neke dudu, ihi.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen