Samstag, 28. Dezember 2013

HERODOT: «Medan Qehremanî Nîśan Daye» -1-


Bêguman dîroka milletê kurd nehatiye nivîsîn.
Ewê hîn bi deh salan źî weha bimîne. Ti hêvî tun e ku kurd, siyasetvan u partiyên kurdan bikarin di nav demeke kurt da rê li ber vê bobelatiyê vebikin, derfetan peyda bikin, nifśên nu li zangehan bidin xwadin, daku ew źî bikarin bi vî karê hezar salan yê tarumarkirî ra bilî bibin.
Źixwa diźminên milletê kurd dîroka milletê kurd ligorî menfeetên xwa yên mîllî bi têra xwa tarumar kiriye.
Helbet sebebên vê yên psîxoloźîk hee ne, loma dikin.
Di bîra milletê kurd ya netewî da tehrîbetên mezin ćêkirinn. Hîn źî bi hemî hêza xwa didomînin.
Źiber ku heta hîro di nav tevgerra kurd ya siyasî da xususiyeteke «netewî» ćênebuye, hemî hêza milletê kurd di ber menfeetên hizbî ra hatiye berhewa kirin.
Menfeetên śexsî u hizbî di nav hemî kar u baran da bunne sereke. Elementên ku milletekî dikin millet di bin navê îdeoloźî u partiyan da yek bi yek hatinne źehr kirin, hatinne tune kirin.
Drêź nekim, źixwa halê me ha ev e li holê ye.

Hezretî Zerdeśt li ba agirgeha Ahura Mazda.

Ez dixwazim werim ser qralê medan/kurdan yê ku ligorî ragiyandinên nivîskî di nav dîrokê da cara yekem yekîtî di nav eśîretên medan da ćêkiriye u roleke pirr bingehîn lîstiye.
Mesela xalê me Herodot di derbarê wî da gelek înformesiyonan dide.
Tevî ku bi tevayî nayê zanîn źî, divêt di navbera 700-800-900 salên źi berî mîladê źiyî ’be.
Navê wî «Dahyuka-» buye.
Herodot navê wî di yonaniya kevin da wekî «Dēiokes» qeyîd kiriye. Di nav zmanên din yên li roźhilata navîn da wekî «daiukka-» xuya dibe.
Peyîv bi xwa źi kurdiya kevin «dahyu-ka-» tê u mehneya «welat, dever, nîśtegeh, ...» dide.
Ev peyîv di Avesta’yê da źî derbaz dibe «daŋiiu-, daxiiu, ...».
Di kurdiya kirdkî/zazakî da hîn źî wekî «dew» di wateya «gund» da tê bi kar hanîn.
Bi kurt u kurmancî, xalê me Herodot hilo dibêźe:

«Gava asuran 520 salan zêdetir li Esye’ya źorîn desthilatî kirinn, cara yekem medan dest pê kirinn ku źi wan vebiqetin. Dema ku źibo azadiya xwa li hemberî asuran śer kirinne, xwa wekî qehreman nîśan danne. Koletî hilweśandinne, azadî bi dest xistinne. Lê źi piśtî medan wan xelkên din źî wekî medan kirinne.» (Herodot, Dîrok, I 95).



Keine Kommentare: