Ligorî ragiyandinên Herodot yên efsaneyî, tê gotin ku Dahyuka
di nav xelkê med da bi taybetmendiyên xwa yên herênî roź bi roź zêdetir hatiye
nas kirin.
Pêśta li gundê xwa, paśê źî li gundên derudorê navê wî belav
dibe.
Pêra pêra li temamê herêma xwa ya medan wekî śexsekî giyayî,
serwext, ruspî u bi kerektera xwa ya durbîn derdikeve pêś.
Pêxember Zerdeśt li pêś qrel Vîśtaspa ye li qesra wî (resimeke li agirgeha li Îsfehan’ê). |
«Hindî/êdî bi vî hawî drêź nameśe; źixwa ku me bi vî śiklê
aniha berdewam kir, em ê nekarin li welêt biźîn/bimînin. De werin em qralekî
daynîn serê xwa! Ewê welat bi vî hawî baś were bi rê va birin, em ê bi xwa źî
bikarin bi kar u barên xwa yên daîmî ra bilî/miźul bibin, [em ê] ne źiber di
nav rewśên bê qanunî da mecbur bimînin ku welatê xwa terk bikin.» (Herodot, Dîrok,
I 97).
Gava dema hilbiźartina qralekî tê, millet birryar dide ku
Dahyuka bibe qrelê wan.
Helbet qasî ku di efsaneya ragiyandî da xuya dibe, Dahyuka bi
xwa dil nedikiriye ku ew wekî qrel were hilbiźartin.
Lê millet di vê birryara xwa da êsrar kiriye.
Dawiya dawîn Dahyuka birryara wan qebul kiriye u li welêt
buye qrel. Wî pêśta qesrek daye ava kirin. Mesela sîstema huquqî di nav xelkê
da daye runiśtandin.
Roźekê di nav civînekê da gotiye, ez naxwazim li hêlekê li
ser mafan bipeyîvim u li hêla din źî di nav mercên bê heqq da biźîm.
Źiber vê yekê ye ku źi wan daxwaza guhertina mercên xwa
kiriye, daku bikare baśtir mafên herkesî biparêze, him di gotin u him źî di
kirinên xwa da.
Helbet millet vê daxwaziya wî dipeźirîne u bê hirregirr tîne śunê.
Źi piśtî demekê Dahyuka di nav gel da huquqê bi temamî cî
dike, hetta hetta bi śiklekî hiśk bi bîr u baweriyên xwa va girêdayî dimîne.
Herodot hilo dibêźe:
«Dahyuka xelkê med xistiye bin desthilatdariya xwa u ew bi rê va biriye. Eśîretên medan ev in: Buser, Paretekaner, Struxater, Arizanter, Budiyer u Mager. Gelek eśîretên medan hee ne.» (Dîrok, I 101).
«Dahyuka xelkê med xistiye bin desthilatdariya xwa u ew bi rê va biriye. Eśîretên medan ev in: Buser, Paretekaner, Struxater, Arizanter, Budiyer u Mager. Gelek eśîretên medan hee ne.» (Dîrok, I 101).
Źi piśtî mirina Dahyuka lawê wî Fravartîś desthilatdariyê
digire destê xwa u tam 53 salan qreltiyê dike. Paśê seferekê li hemberî farsan
orxenîze dike,. Pêśta wan têkdibe u pêra źî wan dixe bin desthilatdariya xwa.
Berxikino, ma źi vê pîroztir serfirazî dibe, hi?
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen