Ez werim ser miźareke ku ez qet li ser nesekinîme.
«Pirtuk» ...
Di dema xwa ya berê da gava min pirtukek dikirriya, zêde
ewqas li ser kur u hur nedibum.
Ligorî întîbeya ku di min da ćêdibu, min pirtuk dikirriyan.
Tabî min carina nivîsên bi pirtukê va girêdayî źî dixwandin.
Lê li ba kirrîna pirtukên bi kurdî min qet hilnedibiźart.
Źixwa pirtukên bi kurdî źi heźmara tilliyên her du destan
derbaz nedibun.
Ew pirtukên ku hee’ bun źî, bi zêdeyî li Swêd’ê hatî bun ćap
kirin.
Baś yan źî xerab, li seranserê cîhanê źi derî kurdên li
Swêd’ê zêde kesî serê xwa bi zmanê kurdî ne’êśand.
Bêguman di warê kuwelîteyê da kêmasiyan wan pirr bun u hîn źî
pirr in.
Normel e źî. Źiber ku kurdan ti carî qîmeteke esasî nedane
zanyariyê, hêza zanînê ya unîversel fam nekirine u hîn źî fam nakin.
Di vê dema fezayê da ti śensa milletekî tun e ku bê zanîn roź
u pêśeroźa xwa gerentî bike.
Bi saya wan pirtukên ku li Swêd’ê dihatin ćap kirin, kêm-zêde
kultureke bi kurdî ćêbu.
Helbet mezinbuna vê kulturê, geśbuna zmanê kurdî bi van ćend
xebatên pićuk nikare were sêrî.
Loma źî pêwistiya wan xebatên pîroz bi mezinbunê hee’ bu u
hee ye źî.
Gelek canikan bi keda xwa ya śexsî karên hêźa kirin u hîn źî
dikin.
Di vê meselê da partiyên kurdan xebateke herî pićuk nekirin,
hetta hetta zilmeke mezin li ser wan kedkarên zmanê kurdî kirin, źibo ku werin
li ber deriyên wan partiyan kućiktiyê bikin.
Źi piśtî ku li bakurê Kurdistan’ê îmkana ćapkirina pirtukên
bi kurdî ćêbu, sal bi sal pirtukên bi kurdî źî zêde bun.
Herhal vê gavê di nav salekê da ćend sed heb pirtukên bi
kurdî ćap dibin.
Baś tê bîra min, di salên 1989/1990an da li Ewrupê meriv hew
dikariya pirtukeke bi kurdî dest bixîne. Źixwa tune bu źî.
Mîna ku min li źor źî anî zmên, di nav rêzmana kurdî da ćewtiyên
ewqas mezin u beloqî têne kirin ku, carina meriv bê hemdî sor u germ dibe.
Źiber ku di derbarê vê meselê da karekî netewî u zanyarî nayê
kirin, herkes ligorî dilê xwa rêzmanekî li ser ćewtiyên xwa ava dike.
Helbet haya camêran źi zanîna herî esasî ya li ser zmên tun
e, loma źî di wê bîr u baweriyê da ne ku ew li ser riya herî rast in.
Bawer nakim ku vê gavê ti guhartineke konkret ćêbibe.
Di sêrî da divêt kesên ku di nav civata kurd da zmanê kurdî wekî
zmanê perwerde u medyayê bi kar tînin, pirr baś werin hevotin.
Źiber ku bi mîlyonan însan wan nivîsan dixwînin, di têlevîziyonan
da l bernameyan temaśe dikin.
Bivêt-nevêt ew zmanê ku di medyayê da tê bi kar hanîn, bi tevî
ćewtiyên xwa belav dibe.
Ez bi xwa bawer nakim ku bêyî dezgehên zmanê kurdî yên ku źi
sedî sed ligorî pîvanên zanyarî u zmannasiyê kar dikin, ev eletewśiyên di zmanê
kurdî da werin ćareser kirin.
Helbet źibo vê yekê pêwistî bi kesên pispor hee ye, pêwistî
bi kesên ku xwadî perwerdeyeke xurt in, hee ye.
Heta ku ev kes di ciyên herî merkezî yên di nav neteweya kurd
da nehatine cî kirin, xelasiya zmanê kurdî ewê tenê di xewn u xeyalan da xwa l
baa bike.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen