Fuhuś miźareke giran e.
Fuhuś tabuyeke mezin e di nav civaka me da.
Źiber vê yekê ye ku di medyaya me kurdan da qet li ser vê qewadiya me kurdan nayê sekinîn, źiber ku siyaseta me kurdan ya ku buye sebeba vê fuhuśê, normên exlaqa beredayî, menfeetên hizbên me ... rê nadin.
Bi mîlyonan kurd di eynî rewśê da ne. Yek źi yê/ya din xerabtir e ... Ez ê paśe vebigerrim ser vê meselê.
Bi mîlyonan kurd di eynî rewśê da ne. Yek źi yê/ya din xerabtir e ... Ez ê paśe vebigerrim ser vê meselê.
Ne pêwist e ku meriv li ser siyaseta diźminên xwa bisekine, źixwa mîsyona wan bellî ye; di hundir da pućkirina civaka kurd daxwaz u wezîfeya wan ya heebun u tunebunê ye.
Bêguman di nav hemî śerran da ćand u nirxên hemî milletan pîs dibin u terrin.
Helbet sînorên vê pîsiyê him bi nêzîkbuna diźminê xwa u him źî bi birêvabirên milletê dagirkirî va girêdayî ye.
Tiśtekî ne veśartî ye, zilm u barbariya tirk, ereb u farsan ya li ser milletê kurd ti sînor u pîvanan nas nake u nas nekiriye źî.
Siyaset e, qewadiyên ku diźminan bi xwa nekariye bikin, dem bi dem bi destê me daye kirin.
Helbet ne pêwist e ku meriv li ser bi mafbuna serîhildana milletê kurd mineqeśe bike, źixwa mafekî xwezayî ye.
Lê pirsa «ćawan?» di vir da zerurî ye.
Di têkośîna mafên xwa da bi sed hezaran rê u metod hee ne.
Gava meriv dest bi śerrê mafên xwa dike, divêt meriv bi têra xwa li ser derfetên heeyî bifikire, daku bikare riya ku herî kêm ewê zirarê bide milletê xwa, hilbibiźêre.
Helbet meriv dikare bi ćekan źî śerr bike, ku pêwist ’be, divêt were kirin źî.
Lê «Ćawan? Li ku? Kengê?».
Dibe ku li herêma Kurdistan’ê di destpêkê da derfetên śerrekî ćekdarî maqul buyî bibin ...
Bi fikira min divêt ev śerr herî dereng li dor salên 1988an źi Kurdistan’ê derbiketa u li herêmên tirkan bihata dayîn.
Dewleta tirkan, ku bi hêza xwa ya leśkerî sed hezar carî źi ya me kurdan mezintir e, xwadî loźîstîkeke cîhanî ye (ekonomîk, siyasî, texnîkî, zanyarî, quwelîteyî, ...), ti îmkana me ya ku bikarin yek bi yek piśta wan l erdê bixin, tun e (Ne pêwist e źî. Bi sed qedroyên bi qebîliyet meriv dikare temamê herêma Tirkiyê serubin bike ...).
Tabî tirk bi xwa źî vê yekê pirr baś dizanin.
Heger tirkan pêwistî bidîta, wan ê di sala 1985an da źî Kurdistan tarumar bikira, ew derfetên wan yên leśkerî hee’ bunn.
Helbet hêsabên wan źî hee’ bunn.
Lê nekirinn, źiber ku vî śerrê heeyî derfeta ku tirk kurdan ne bi leśkerî, lê bi zmanî, kulturî u sosyolîźîk bi temamî tarumar bikin, dayî bu wan.
Drêźbuna vî śerrî ya li Kurdistan’ê roź bi roź bu sebeb ku tirk bi hemî hêza xwa werin li Kurdistan’ê cî bibin, li ser vî śerrî sîstemeke nu ya di ber menfeetên xwa ra ava bikin, di nav kurdan da kurdan heta elementên wan yên herî pićuk źî perće-perće bikin.
Kirinn źî.
Kirinn źî.
Tabî di vir da divêt van qewadan siyaseta kurdan, birêvabirên kurdan źî menîpule bikira, daku ev birêvabir śerrê heeyî dernexînin derî sînorên Kurdistan’ê.
Eynen hilo źî bu.
Eynen hilo źî bu.
Di bin navê «bratî, pismamtî, exlaq, śertên śêêrr, înternêsyonelîzm, sosyelîzm, ...»ê da kurd bi temamî di bin kontrola xwa da hiśtinn.
Tevî ku di nav vî śerrî da civaka kurd puć bu u ću, tirk roź bi roź dewlementtir bunn, tirkan li ser civaka kurd li Kurdistan’ê torên xwa ćêkirinn, ćivak bi źehra xwa felc kirinn - him ruhî u him źî bedenî -.
Śerrê li Kurdistan’ê êdî ti carî nikare xizmeta milletê kurd bike. Heger pêwistî b śêêrr hee’ ’be źî, divêt ev śerr di nav herêmên tirkên niźatperest da were meśandin, tekez ne li Kurdistan'ê.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen