Kurdistan u Roźhilata Navîn ewćend
tevlihev buye ku meriv nikare meselê źi hev safî bike.
Kî bi kê ra ye, kî źi kê ći digire u
dide, lîstikvanên di nav van lîstikan da bi xwa źî nizanin.
Herdeke śemitî xwa li temamê
Roźhilata Navîn drêź kiriye.
Ku meriv carekê śemitî, źê pê va źi kîsa
bavê xwa ću.
Źixwa neśemitîn karê mêrê bi heft
gurćikan e.
Herkes bi herkesî ra dost e, herkes
bi herkesî ra diźmin e.
Heger em ligorî peyva kurdî diźmin meselê śîrove bikin, yanî bi kurdiya źi berî sê hezar salan, herkes duś-manah- e, yanî herkes yê xwadî fikirê bed/xerab e.
Hun l’ peyva me doźeh źî bifikirin,
źi eynî kaniyê tê.
Źi bîr nekin ku diźmin u doźeh ćendîn l’ hev diśibin.
Źi bîr nekin ku diźmin u doźeh ćendîn l’ hev diśibin.
Diźmin, doźeh, tevî ku di dema xwa ya berê da
kurdan mesele pićekî fam kirine źî, źibo kurdên di vê sedsalê da meriv nikare
eynî tiśtî bibêźe.
Kurd li ser nîgên xwa nameśin. Nîgên
kurdan ligorî ćavên li der u dorê terrin u tên.
Kurd li ser nîgên xwa źibo xwa
naśemitin źî.
Źibo ku meriv bikare li ser nîngên
xwa źibo xwa biśemite, divêt haya meriv źi merivbuna xwa hee’be. Divêt meriv nîgên xwa
tenê di ber menfeetên xwa ra bide śemitîn.
Li baśurê Kurdistan’ê „kurdan“(?) bi
destê xwa nîgên hevdu śemitandin.
Helbet ne źibo xwa mala bavê xwa.
Molleyên fars, ereb u tirk vê gavê li ser vê śemitînê mala xwa ava dikin.
Molleyên fars, ereb u tirk vê gavê li ser vê śemitînê mala xwa ava dikin.
Lê źibo ku meriv li ciyekî ava bike,
divêt li ciyekî din źî wêran bike.
Êraq’ê budceya Kurdistan’ê źi % 17an
daxist źi % 12an.
Źixwa di dawiya dawîn da ewê
pangnotekê źî nedin kurdan.
Hindî navê „Kurdistan“ źî bi kar
nayînin, qedexe ye.
Doh birryar girtin u di derbarê 25
perlementên kurd da cezaya îdamê dixwazin, źiber ku tev l’ „rêferenduma
serxwabuna Kurdistan“ê bune.
Mîna ku kurd ćend sotalên li ser kolanan
’bin, bi ćo u tiliyên xwa pê ra dipeyîvin.
Kurdê śemitî nikare hêsaba du kîlo śekir
u xiyaran źî bike.
Lê mixabin ev kurd rêvabiriyê dike.
Hezretî Edem bi gezeke źi sêveke
Kurdistan’ê źi fenteziyên xwa heśyar buyî bu, lê kurdan li temamê Kurdistan’ê ne sêv,
ne heruk u ne źî hermî hiśtin, dîsan źî źi fenteziyên xwa yên bi zengilîn heśyar nebun u nabin.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen