Canê me ew ćend freh u sivik buye ku hêdî em
dikarin xwadê źî bê feture bifrośin.
Lê bazara ku me wekî bazirganê xwa qebul bike, tun e.
Ćiku di me kurdan da ev huner runeniśtiye. Hunera ku di destpêka ćêbuna xwa da mahneya hêza rihê nêr ya baś/ćê
dida, hîro di mala me da ketumî buye.
Mêrdîn'a xezalkî |
Me carekê bendika zmanê xwa kêr
kiriye.
Gava peyv źi devê me derdikevin, nizanin
ku berê xwa bidin ku.
Tu yê bibêźî belkî gotineke bi hezar
u yek śîroveyan e ev peyva ku źi devê me derdikeve.
Yê ku guh dide me, yan li ber
nezaniya xwa yan źî li ber dîntiya me dikeve.
Gotina ku źi mêźiyê śêlo derdikeve
źixwa nikare źi întixarê bifitile.
Peyva ku bi bêdengî întixar dike
helbet bi ʰêś e.
Camên di nav dîwarên malên me da li
ber ćavên me reś bune. Źibo ku em bikarin careke din peyva îxanet li ser reś bikin, cî nemaye. Em li paś camên xwa kor bune. Rooź
li ber deriyên malên me nimêźa camên sayî dike. Naxwaze di
nav deriyê vekirî ra bikeve nav malê. “Tu kâînatê li paś xwa bihêle u were li
ber camên kurdan derbeder ’be!”, dibêźe. Loma bi rik e u naxwaze źi rika bavê xwa
da’keve.
Dibêźin kurd ketine nav xwaparastinê.
Heger ew
dîwarên mala me nehatina tarumar kirin, me yê bigota “helbet, ćima na!”.
Lê dîwar źi
hev ketine, camên sayî yek bi yek hatine śkandin, banî b’ ser me da hatine teqandin, hîn
źî em behsa xwaparastinê dikin.
Mala
kurdan źi binî va av bi av ćuye, hîn źî kurd behsa ćareseriyên aśtiyane dikin,
dawa bratiyê dikin.
Heger
bratî bi peyvan bihata frotin, pêwistî b’ malzarokên dayik u źinên kurd nedima.
Kurdê
kundir źi bîr dike ku meriv dikare hevalên xwa hil’biźêre, lê nikare xwang u
brayên xwa hil’biźêre!
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen