Dienstag, 7. Februar 2012

Roźeke Pirr Xwezayî


Hewaya li vir hîn źî pirr sar e.
Hîro rooź źî derneket.
Źiber ku ez ê źi piśtî nîvroyê bićuma karê wergerrê u vê hêvarê heta seet śeśan min ê kar bikira, ez źi berî nîvroyê ćum sportê.
Min li ciyê fîtnesê xalê me Mistefe yê ku źi Enetoliya Navîn e źî dît.
Źi berî ku xalê me Mistefe herre, źi min ra got, «ma te bîst, bavê Newzat źi berî sê heftan mir?».
Min got «naaa».
Paśê got, «Newzat źi berî demekê źiber rakirina cenezeyê ću welêt u dîsan hat, ohooo».
Malbata heval Newzat li welêt cîranê me bu.
Lê ev bîst sal in ku herkes bi hêlekê da ćuye, millet źi hev pirr dur ketiye.
Yanî em hevdu gelekî baś nas dikin.
Loma źî min got ez bi lez hîro carê herrim ba wî.
Restorenteke wî hee ye, bi pismamê xalê Mistefe va hevpar in.
Tabî min u Mistefê, me got em vê hêvarê herrin restorentê.
Em ê di seet 19an da li wir bibuna.
Lê źiber ku karê min pićekî zu xelas bu, ez źi berî seet heftan ćumê.
Paśê Mistefe źî hat, me selete u pîzzayên xwa sîparîś dann.
Heta seet nehan em li wir mann.
Restorent tevda źî tîźî bu.
Loma źî qet îmkana ku em bi hev ra bipeyîvin, ćênebu.
Baś bu ku ez hîn di destpêkê da qasî du-sê deqqan pê ra peyîviyam.
Ez heta malê peya hatim. Hema hema qendî seetekê kiśand.

Tabî vê gavê ez pićekî westiyayî me, loma źî ez ê hîro drêź nekim u źi we ra źibo hîro bibêźim: «Stop!».
Heger bi destura we bibe yanî :)

Keine Kommentare: