Kêfa
min hîro pirr bi vê hewayê hat.
Yanî hewa hîro sifir pile (0°) bu.
Digel vê źî mîna ku bihar hatî bibe u hewa bi têra xwa germ buyî bibe bii min hat.
Berfa ku li ser erdê xwa drêź kirî bu, dest bi heliyanê kirî bu.
Źixwa berfa heeyî źî ne zêde ye.
Dibe ku di nêzîk da bi tevayî bihele u herre.

Hîro
di źiyana min da tiśtekî balkêś ćênebu.
Wekî demên źi demên źi berî xwa buhuriya.
Min hîro kesek ku źi berî heftekê di Facebook’ê da pê ra bubum heval, źi lîsteya xwa derxist.
Mêro rêklama civînekê ya di derbarê romanên Yaśar Kemal da dikir bi zmanê tirkên qewad. Li Swêd’ê him źî yabo qurbanino haaa.
Min pêśta ew îkaz kir, źi piśtî demeke kind dîsan bi zmanê tirkan nivîseke bi heman miźarê va girêdayî belav kir.
Tabî min źî bi lez źê xatir xwast u źi lîsteya xwa havêt.

Min
źi berî sê-ćar roźan źî sê kes havitinn.
Bi telaq ez źi van kurdan pirr aciz bume lo.
Merivên ewqas bê quwelîte ne ku, ez van peyvikên feqîrok nikarim b’înim zmên źî yaw.
Ya raśt kî ćawan diźiy, min hêć eleqedar nake.Bi telaq ez źi van kurdan pirr aciz bume lo.
Merivên ewqas bê quwelîte ne ku, ez van peyvikên feqîrok nikarim b’înim zmên źî yaw.
Pîvana min ya herî sereke tenê «zmanê kurdî» ye.
Helbet digel vê dîsan «pîvanên pêwendiyê yên herî kêm źî» zerurî ne.
Wekî din kî ći dike, bii ći bawer dike, di kîźan partiyê da ye, lii kîźan dînê bawer dike, sosyalîst, komînîst, faśîst, femînîst, feodalîst, demoxrat, rasîst, homoseksuwel, lîberel, laśfiroś, kuźer, źinfiroś, mêrfiroś, anarśîst, putperest, ... min hêć girê nade.
Źiyana herkesî ya śexsî azadî u pirsgirêka wî/wê ya śexsî ye, ti mafê kesî tun e ku zilm u zordariyê lê bike u «raśtiyên xwa» lii wan bide qebul kirin.
Dibe ku hun bibêźin"temam me fam kir".
Ez zêde pê da nerrim źibo mînakan.
Ez źî herkes źî baś dizane ku her însan tiśtên herî xwezayî dike, lê źiber ku exlaqa heeyî rê nade ku meriv bi semîmî li ser bipeyîve, herkes her tiśtî vediśêre.
De ez bi kurtî mînakekê bidim, źibo ku mesele baśtir were fam kirin.
Kîźan mêr u źina qerase li ser lîstikên xwa yên evînê digel kesên din dipeyîve?
Ma źi vê normaltir ći hee ye qurbanino, ći heeye bi xwadê?
Kêfa herduyan źî pê gelekî tê, mîna we u min.
Lê exlaqa derewkar u kunek rê nade ku însan li ser hîsên xwa bi rehetî bipeyîvin.
Tabî ez drêź nekim, meriv bi hezaran, bi mîlyonan mîsalan dikane bide, him źî di her warî da.
Ez źi ku hatim ku derê.
Haaa, temam hate bîra min babam.
Yanî digel daxwaziya hevaltiyê ez tenê dibêźim «zmanê kurdî» u «têkildariyeke maqul», yê din qasî misqalekê źî bala min nakiśîne.
Ćima tenê ev śert?
Źiber ku tiśtê ku milletekî dike millet tenê «zmanê wî mîlletî ye», loma.
Źiber ku tiśtê ku milletekî wekî millet li źiyanê dihêle, tenê «zmanê wî milletî ye», loma.
Di nav wî mîlletê da bi hezaran, bi deh hezaran komên cihê ćêdibin, herkes bi śikleke din dixwaze źiyana xwa derbaz bike.
U ew mafê wan kesan e źî, heta ku bi fîzîkî zirar nedanne kesekî.
Bêguman di nav civata me kurdan da źî divêt ev cihêtî bikarin xwa îfade bikin.
Źixwa nebuna vê yekê tenê nexwaśiya civata me nîśan dide u meriv hew dikane vê nexwaśiya bê bav derman źî bike heyranino.
Keine Kommentare:
Kommentar veröffentlichen