Sonntag, 12. Februar 2012

Mem U Zîn, Zmanê Kurdî U Eynî Tirśik


Di van roźên dawiyê da hewa pićekî din xerabtir bu.
Vê sibehê kêm dewpênc pile (-15°) bu .
Gava ez vê hêvarê di seet 16 nîvan da źibo meśekê derketim der, sermayeke pirr hiśk li der hee bu.
Qendî seetekê ćum gerriyam. Tabî źibo bîst deqqan źî ćum ser gola li Irchel’ê.
Źiber ku hîn rooź/tav dićurusiya, min li Irchel’ê telefonî bavê xwa źî kir.
Ev sê hefte bunn ku min telefon nekirî bu.
Welle mêro hêrs neket.
Tabî pirsa wî ya yekem dîsan kengê hatina min bu.
Hevdeh deqqan me bi hevdu ra deng kir.
Ligorî hîsên ku di min da ćêbunne, hindî bavê min nikane tehemulî vê durketina me ya bi salan bike.
«Ći dibe bila bibe, divêt em hîsal hevdu bibînin, divêt tu werî mala xwa» dibêźe.
Ê ez ći bikim anam babam, van tirkên qewad bunne belayê serê me.
Ka em binêrin ewê ći bii ser me da were yaw.
Helbet ku derfet ćêbu ez ê hîsal bi lez u bez herêm welêt.

Di nav nućeyekê da min hîro di derbarê Mem U Zîn’a Ehmed’ê Xanî da haydariyek xwand.
Dibêźin Mem U Zîn’a ku źi hêla wezereta ćandê ya dewleta tirkan va hatiye derxistin, tevda źî xelas buye, źiber vê hindê źî ewê źi nu va were ćap kirin.
Helbet ev berhem him bi kurdiya elfebeya erebî u latînî ya orîźinel, him bi kurdiya nu u him źî bi wergerra wê ya bi tirkî ćap kirinne.
Lê ez bi xwa nizanim, ka kesên ku ev berhema dîrokî ya giranbiha kirrînne, bi kurdî yan bi tirkî xwandinne.
Welle ez bi xwa zêde nikarim lii van kurdên me yên zman-tirkćî baweriya xwa b’înim ku versiyona bi kurdiya germik u nermik xwandî bibin.

Tabî hîro di nav nućeyan da daxuyaniya Komîsyona Ćand û Zimên ya Kongreya Civaka Demokratîk źî (KCD) bala min kiśand.
KCD di vê daxuyaniyê da Bulent Arinć’ê tirkan rexne dike.
Bê ku ez destê xwa lii wê nućeyê bidim, ez wê li vir diweśînim (źi nukurd.com’ê):

«Tu mafê Arinç tuneye ku der barê kurdî de wiha biaxive. Tu eleqeya wî bi kurdî tuneye. Tiştekî nizane. Mafê wî tuneye. Her wiha ew ne karê wî ye ku der barê zimanê gelekî de biaxive. Wekî siyasetmedarekî tu mafê wî tuneye ku şîroveyek wisa bike. Ev ziman ku ji sedsala 11'emîn de ku dimanekî wêjeyî ye. Zimanê Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrê û Ehmedê Xanê ye. Ev zimanekî wisaye ku bi wejeya ronakbirî ya Ewropayê rehatiye cem hev. Bi hezaran berhemên vî zimanî heye. Ev yek ji aliyê dîroknas û rewşenbîran ve jî hatiye tespîtkirin. Kurd bi salanin li hemberî zextên lis er wêjeya kurdê têkoşiyaye û zimanê xwe parastiye. Em vê helwesta Arinç şermezar dikin û em dibÊjin ku bila Arinç ji gelê kurd lêborînê bixwaze.».

Bi serê diya min ya rehmetî bibe ku min di vê rexneya birêzan da vegotineke mantiqî nedît.
Kekên me mîna ku li ser kolanê bii vir u wir da bikin qîźźewîźź daxuyaniyek belav kirinne, lê haya van kekên me źî źi qasî misqalêkê źi miźara zmên tun e.
Kultureke herî bingehîn ya ku bikare xwadîtiyê lii zmanê bav kalan bike, rexneyên bîrewer, nermik u gelekî tuźik lii wan bê bavan bike, tê da nedît.
Gelo ewê ev gundiyên me yên nezan bi vî hawî ćawan zmanê kurdî biparêzin, ewê ćawan mafên milletê kurd yên herî xwezayî biparêzin?
Źixwa tiśtê ku biparêzin źî tun e, źiber ku hîn me ti maf źî nekaniye źi diźminên xwa yên qewad u tecawîzcî bigirin.
Êêê, hingê van kekên me yên simbêlqeytan ći diparêzin hun dibêźin?
Źi min gotin berxikino, hindî/êdî hun standina mafên me yên herî rewa tenê di xewnên xwa da dikarin bibînin u wesselam.

Keine Kommentare: